<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Divê Kurd Rûman ji xwe re bikin mînak

Konstantîn Polpolîs- 29/06/08- Qibris- Aha helwest û mêranî ev e. Dibêjin dewleta Tirk ji Rûmên Qibrisê re pêþniyaz kiriye û gotiye „emê 25 milyon metrekup avê bidin we“. Lê Rûm rabûne ser tapanan û gotine:“De herin ûlan! Em ji têhna bimrin jî em ava Tirkiyê venaxwin“ û pêþniyaza wan red kirine.

 

    Îcar ma ji vê helwestê mêranetir û rasttir helwest heye gelo? Ma kes ava dijminê xwe, xwarina dijminê xwe dixwe, vedixwe û bi perên xwe wan dewlemend dike? Na! Tenê kî vê bêaqilîyê dikin? Kurd!

 

   Binerin yekî Ereb ji birçîna bimre jî nare ji yekî Cihû (Yahûdî) xwarin û vexwarinê nastîne. Çima? Naxwaze ku perê xwe bide dijminê xwe û wî pê dewlemendtir bike. Yekî Cihû naçe ji dikana yekî Ereb danûstendinê nake. Bi kîlometroyan diçe ji dikana yekî Cihû danûstendinê dike. Çima? Dixwaze perê xwe bide yekî hemwelatîyê xwe û nade dijminê xwe.

 

   Lê Kurd çi dikin? Xwelîyê li serê xwe û bavê xwe dikin, ji dijminê xwe dikirin û zikreþî û çavnebarîyê davêjin dikandarê Kurd, pêre nadin û nastînin, dixwazin dikandarê Kurd li pataxê keve û kêfa xwe pê bîne. 

 

   Gelo ku Kurd ji Tirkan danûstendinê nekin, hûn zanin bê wê çi bê serê Tirkan? Wê qûn li wan biqete û aborîya wan serûbinê hev bibe. Lê mixabin nakin. Çima nakin? Ji ehmeqîya xwe qardaþim!