|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Bextewarî ne di pere û malê dinyayê de ye
Kevîn Kurdson-30/06/08-New York- Gellek kes bawer dikin ku bextewarî di dewlemendî, mal û serweta dinyayê de ye. Helbet di vê dinya sermayedarîyê de mal û serwet, pere alav û hacetên giranbuha ne.
Bê pere meriv nikare devara xwe bike û di armanca xwe de bi ser keve. Lê tê xuyakirin ku gellek caran pere û dewlemendî meriv bextewar nake. Hetta ew mal û serwet gellek caran dibe bela serê meriv jî.
Neyse, manken û modela Qazakistanî Rûslana Korçûnova a 20 salî xwe ji qata 9an avêt û dawî li jiyana xwe anî. Rûslana yek ji mankenên herî bedew dihat hesibandin. Lê kes nizane çima wê dawî li jiyana xwe anîye. Têra xwe pere, mal û milkê wê jî hebû, lê dîsa jî xuyaye bextewar nebûye û çare di xwekujtina xwe de dîtiye.
De bila rehma xwedê lê be rebbî!
Li ser bextê xelkê bajarê New Yorkê be, dibêjin sedema yekem a xwekujtina wê ew bûye ku Lotikxane.com ê zêde behsa wê nekiriye û ew dernexistiye manþetên xwe. Ji ber ku Lotikxanê guh nedaye wê, Rûslana ketiye buhranê û lotikek li xwe xistiye.
De xwedê wê têxe nav 70 horîyên bihuþtê rebbî!
|
|