<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bi tirr û fisan tenûr germ nabe kekê min!

Ehmed Beyan- 06/06/08-Enqere-

Dibêjin "Dijminê bav nabe dostê kur".

Meriv çiqasî devê xwe li ber dijminê xwe xwar bike, ewqasî biçûk dibe û dibe koleyê dijminê xwe. Ew jî têr nake, îcar hefsar dixin stuyê te û te wek hirçê ku li kolanan dilîze, di nav xelkê de rezîl û riswa dikin.

Madem em bi heqî û rastîya doza xwe bawerin, çima teslîmîyet û newêrekî? Ji xwe heger dijmin bû dewletek mîna dewleta Tirko, ohooooooo….Tu 101 salî xizmeta wan biki fêde nake. Dawîya dawî wê lotikekê li qûna te xin û berê te bidin zindanê yan jî gora sar. Îcar a baþ û herî bi xîret berxwedan e, xîret e, tekoþînek mêrane ye.

Werhasil, dibêjin dadgeha Stenbolê dozek qirase di derbarê Aysel Tûglûk xanimê de vekiriye û heger sûcên wê lê bên eþkerekirin wê ji 1 heta 5 salan di zindanê de razê. Wekî din dibêjin dadgehê îcar biryara girtina parêzerê Ocalan ê kevn Mahmût Þakar jî daye û dixwaze lotikekê li wî jî xîne.

Mahmût Þakarê ku niha li Elmanya wek penaber dijî, ket ber xezeba dewleta virqo û kes nizane wê kengî înterpol bi qirika wî bigre. Helbez ez bi girtina wan kêfxweþ nabim, divê em nebin. Lê qardaþim, maden we dest bi tiþtekî kiriye, bi mêranî xwedî lê derkevin.

Bi sê telaqên bê fitû, hûn 101 salî bêjin „em û Tirk wek goþt û nenûkê ne“ wê ew nenûk di we de rabe û tirrê ji we berde û hûn sax! Em ne goþt û nenûk in babam, wille, bille û tille em wek gur û mîhê ne, em dijminên hev in, kalên me dijminên kalên wan bûn, bavên me dijminên bavên wan bûn û em zarok û nevîyên wan jî dîsa dijminên wan in.

Bi boyax û makyajê Kurdayetî nabe cîgerlerim. Madem girtin û kujtin tê de heye, hema wek mêran destê xwe li masê xin û vê tirrê ji Tirkên bêbav re nehêlin û xelas!