|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Bernedin, we berda jî bi dû mekevin

Þemal Amedî- 03/11/08- New York- Trimbêl bûne parçeyek ji jiyana mirovan. Lê trimbêlên ku difirin jî her wek xewn û xeyalekê ji mirovan re bûye hisret. Lê þikir ji xwedê re, va ev hisret jî ji holê radibe û wê xelk êdî bêtirs bi trimbêlê bifirin.
ÞÎrketa Amerîkî Moller Înternatîonal dixwaze Ferrarîya bi 400 hezar dolarî bifirînin û bi sê telaqan sûnd dixwin ku ewê hisreta firandina trimbêlan ji dilê xelkê derxin. Trimbêla ku hêza wê 800 bergîl e, wê li erdê 120 û li ezmên jî 240 kîlometro xurt here. Tê gotin ku wê buhayê vê trimbêla firoke bi milyonek dolar be û ewê bi sîstema sotemenî û ceryanê bixebite.
Îcar vê fersendê nerevînin gelî Kurdino. Têkevin dora tenûrê û ji xwe re firokeya erd û ezmên bikirin. Bi ellawekîl hûnê ji dora kirîna bilêtên tiyarê, ji rabûn û ketina tiyarê xelas bibin. Hema li trimbêla xwe siwarên, taþtêya xwe li Hewlêrê bi serok Barzanî re, firavînê li Silêmanîyê bi Mam Celal re, û þîva xwe jî li ezmanê heftan bixwin.

Jin ji bêhnê, mêr ji çav û burhan hez dikin

Þemal Amedî- 09/10/08-Hollywood- Li gora rapora Komela Psîkolojîya Amerîkayê, jin ji bêhna zilaman û zilam jî ji çav û burhên jinan hez dikin. Rapor diyar dike ku awirên çavê jinan û burhên bilind û rakirî bala zilaman dikþînin û agir bi doxîna wan dixin. Herweha jin jî ji bêhna zilaman hez dikin û gava bêhna çermê zilaman dikin, dibin wek çêleka nav garanê û didin lotikan.
Li ser bextê Prof. Rachel Hery be, piþtî lêkolîna ku li ser 231 jin û mêrî çêkiriye, dibêje: “Jin pir ji zilamê paqij û bêhna wan hez dikin. Gava bêhna zilêm dikin, dibin wek mirîþkên go garis di qirika wê de mabe û gêjo mêjo dibin” filan û fîstan.
Û di derbarê zilaman de jî dibê: “Bi elawekîl, gava zilam çav li jinên çavxweþik û burhbilind dikevin, dibin wek golkê nav garanê û wek gayê go mozik pê vede êrîþî derûdorê dikin” filan û dîsa fîstan.
Axir, de ka hûn jî biceribînin bê çi tê serê we yabo qurban….

