|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Naomî, îlhama min û BANGEK!*
Sîdar Bengîn Epozdemîr
Di demeke ku mirov dide gotin ‘Nikarim serê xwe bixurînim’
de, min piyê xwe ji firêna jiyanê hilda û min karî ez bikevim riya ber bi
welatekî gelek-gelek xeter bo erebeyên ne-ji-wî-welatî: Ingilîstan...
Tabî piraniya caran mirov xwe li dawetan ji aliyek dihesibîne. Lê ev dawet ne daweteke wisan bû. Helbet rêza min bêdawî ye ji kekê min ê hêja Welat û destketinên wî yên akademîk re.
Lê bûka Welat, yani Naomî jî, di dilê min de cîhekî girîng girtiye û bûye sedema îlhameke mezin...
Çawa?
Wê demê min taze pevçunên xwe yên pêþîn ligel nehezên kurd û Kurdistanê jiyabû, û ev bûbû sedema ku ez zêdetir nasnameya xwe ya pirrçandî û bi taybetî aliyê kurd hez bikim. Nemaze di wan deman de bi awayekî bengînî mereqdarê zimanê xwe, zimanê kurdî, bûm. Þirîntirîn zimanê ku dinasim yani....
Inca pêþwaziya Naomî ya wê demê ji bo min ne hêjayî jibîrkirinê ye…Lewre wê wê demê bi derîvekirinê bixêrhatina min bi zimanê kurdî kir û got: ‘Tu gelek bi xêr hatî’….
Tevî ku Naomî ez qet nedinasîm û eve cara yekem bû ku wê ez dîtim, ev jê re ne xem bû û eleqeya wê ya ji bo zimanê kurdî bû sebeb ku pêþwaziyeke germ û kurdane li min ke…
Piþtî çar sal, Naomî, di asteke -ji bo wê- gelek bilind de kare bi kurdî biaxife, binivîse û bixwîne.
Ji lewme þahiya dil gihiþt ezmanan dema ku li dawetê,
Naomiyê axaftina xwe bi du zimanan kir: ingîlîzî, û zimanê me teva:
kurdî....
Inca çîroka Naomî ji bo me çira girîng e?
Çîroka Naomî girîng e, lewre em divê pêþî serbilind bin bi wê yeke ku ingilîzek kare zimanê me hêjayî fêrbûnê bibîne, lê paþî jî em divê xemgîniya xwe derbirin ji ber rewþa gelek xeter a ku zimanê me yê þirîn niha tê de ye...
Divê em tim di nav hewlan de bin. Ji lewme mîtînga dawîn a TZP-Kurdî ya li Geverê hêjayî pesindan û pîrozkirinê ye. Em spasî vê rêxistina zimanhez dikin û rica dikin ku tucar dev ji karê xwe bernedin. Heta zimanê me biserket!
Lê em bixwe jî karin gelek tiþtan bikin. Ne hewce ye tiþtên mezin bin, werin em ji karên piçuk dest pê kin.
Mesela ji sozdayînek....
BANG! BANG! BANG!
Di sedsala 21an de em ji aliyên dewletên ku em di siya reþ de hiþtine kirin ‘mezintirîn gelê cîhanê ku bêdewlet e’.
Werin em nehêlin ew bikarin pêþî me bikin ‘mezintirîn gelê cîhanê ku bi zimanê xwe nizane’ û dû re jî ‘mezintirîn gelê cîhanê ku bi avê re çûye, tunebûye’....
EM (!) karin tiþtekî bikin! Naomî jî nîþanî me daye.
Her bijî zimanê kurdî.
Sîdar Bengîn Epozdemir -------------------------------------------
DAXISTINA PEYMANNAMEYÊ:
Peymanname bi zaravayê kurmancî: www.rojnamenus.eu/kurmanci.pdf Peymanname bi zaravayê soranî: www.rojnamenus.eu/sorani.pdf Peymanname bi zaravayê zazakî: www.rojnamenus.eu/zazaki.pdf
(Têbînî, ji bo daxistin/downloadkirin pêwîst e hûn pêl
li piþkoka ‘Save Target As’/’Farkli Kaydet’/’Doel Opslaan Als’ bikin. Eger
dîsa çênebû, mailek biþînin bo
sidaro4@hotmail.com û
ez dê ji we re yekser peymannameyê bigihînim.)
|
|