<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Hesen Silêvanî lotikek Kurmancî avêt

Tacdîn Baran-08/05/08-Elmanya- Kekê me Hesen Silêvanî hevpeyvînek bi malpera Avestakurd re kiriye û di derbarê Soranî û Kurmancî de çend lotikên xweþ avêtine derûdorê.

Li ser bextê Avestakurd be, dibêjin kekê me Hesen Silêvanî gotiye:”Keko brao! Bi sê telaqên jinberdanê tu kes li herêma Behdînan naxwaze soranî bibe zimanê standart. Ez bi xwe naxwazim ku zarokên min Kurmancî bihêlin û biçin tenê bi Soranî perwerde bibin. Tu kes vê yekê qebûl nake. Em ne ligel vê yekê ne. Em tu caran qebûl nakin Soranî bibe zimanê perwedeya standart... Em qebûl nakin kesek li ser zarokên me Soranî ferz bike yabooooo” filan û fîstan.

Silêvanî bi berdewamî gotiye: ” Yaw brê mino, riya herî baþ ewe ku hem li herêma Soranan hem jî li herêma Kurmancan, bi her du zaravayan perwerde çêbibe.Eger ku mesele komkirina îmzeyan be, emê jî kom bikin, emê zêdetir kom bikin, hejmara Kurmancan zêdetir e, lê pirsgirêk çareser nabe. Divê zimanzan kom bibin û meselê gotûbêj bikin. Werin em danûstandinê bikin, bi danûstandinê ev pirsgirêk tê çareserkirin.Em fêrî Soranî dibin, piraniya Kurmancên li baþûr bi Soranî diaxifin, lê belê ew birader xwe nêzîkî me nakin, qebûl nakin fêrî Kurmancî bibin, hewl jî nadin law ey hawarrrrrrrr!” filan û dîsa fîstan.

Hesenê me di derbarê latînî de jî gotiye:” Yaw bavê min, em dixwazin li þûna Erebî latînî bê bikaranîn... Em bixwe ligel bikaranîna latînî ne, lê belê rewþenbîrên Soranekan li dij vê yekê ne, ew li dijî bikaranîna latînî ne... Ez ji bo siyasetvanan nabêjim, lê nivîskar û rewþenbîrên Soran li hember bikaranîna Kurdiya latînî asteng in...” filan û bêvan.

Hetanî vir temam.

Yaw brê min, gurçik û kezeba min, çareserî çiye hûn zanin?

Min bi xwe çareserî dîtiye. Xesandin! Werin bi ya min bikin û em temamê rewþenbîrên Sorî bixesînin. Piþtî ku hatin xesandin û hew li wan rabû, îcar wê bibin wek  mîha mêþinî û sernerm bibin. Ji xwe piþtî ku mêranîya wan çû, hûn mîkutên Kurmancî li serê wan jî xin hew dengê xwe dikin ellawekîl! Îcar wê pirsgirêka Soranî û Kurmancî bê þer û pevçûn ji holê rabe û ewê bibin bilbilên latînî û hûn sax!

De haydê qardaþim, we rewþenbîrek Sorî li ku dît wî bigrin û bixesînin, de yellaaaaaaaaa! Helbet di serî de Kak Þêrko Bêkes û Ferhat Þaqûnî haaaaa......