|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
LI SER ÞÊRÎNÊ NAMEYEK VEKIRÎ
22/06/08-Hewlêr- Ez wek berpirs û çavdêrê zêr û zîv, dolar û dînarên Hikûmata Baþûrê Kurdistanê ku niha newêrim navê xwe yê asasî eþkere û diyar bikim, li ser nivîsa Lotikxanê ya bi sernavê "Þîrîna me lotikek li hikûmeta Kurdistanê xist" dixwazim hin zelalî bidim raya Ggiþtî ya Lotikxanê da Þêrînekene din ranebe û lotikên bêîman li Hikûmeta Kurdistanê nexe.
Rastiya meselê halko bû, bi sê telaqên jinberdanê ne kêm dibêjim û ne jî zêde.... Kî ji min bawer neke jî, ew hem bêîman e, hem jî ciyê wî cehneme ye:
1- Gava Þêrînê jî ji bo festîwala Cegerxwîn hatiye vexwendin, ji xwe haya Wezîrê Rewþenbîrî Felekedînê Kakeyî pê çênebûye. Lewre Azadê Dartiraþê dostikê Þêrînê, di þûna ku rewþenbîran vexwîne, rabûye Þêrînê ji bo 7 rojan vexwendiye Hewlêrê.
2- Çi kesa û çi kesê ku ji bo festîwalê hatiye vexwendin, piþtî heft rojan vegeriyane çûne cihê ku jê hatine.
3- Ê de hûn ya Xwedê bêjin, çima Þêrînê 185 rojan xwe di Otêla Xanzadê de jibîr dike? De ka em 7 ji 185an derxin, çiqas dimîne? 178 roj dimînin. Pekê keçkoka delal, Þêrîna xweþik û rindik, tu bi tena serê xwe, jin û hermet 178 rojan di otêla ku her þev hewqas leþker, pêþmerge û xortên ciwan tên wirê, çi dikî? Tenê bila Þêrînoka delal vê bersivê bide, piþtre wê her tiþt zelal û eþkera bibe!
4- Çi kesê ku xwe di Otêlan de jibîr bike û neçe mala xwe, çi bê serê wê, heq e û misteheq hê ji pare ye.
5- Ez niha bi sond û selewat dibêjim, ne serleþker û ne jî serpêþmerge, ne jî polîs û ne jî serokê zêrevanan dikarin Þêrîna rindik û mindik ji otêla li serê çiyê rizgar bikin, heta ku perê 178 þevan tevî perê xwarina 534 danan nedin.
Ha mesele ev e ku min got, îcar yê bawer neke jî, bila were otêlê û bi Þêrînê re hevpeyvînê bike...
|
|