|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Bi kîjan alî de xwe badî kunek dikeve alîyê min
Cembelîyê Botî-02/05/08-Hekarya-
Ev sermayedar mirovên ecêb in. Ne dîn, ne îman, ne wijdan û ne jî neteweya wan heye. Tenê tiþtekî dizanin ew jî ew e bê wê çawa xelkê bi xapînîn û sermiyanê xwe bikîn du qat. Ev çend salin pirsgirêk û arêþa globalizmê heke. Ne yekêmîn be, ya duyemîn arêþe û pirsgireka avê ye. Sermayedarên globalîzmê, zuwahîya goka cîhanî (kûreyî) û helîyana çîyayên qeþa ji xwe re dikin hecet û bahane û di bin navê parastinên avê de ji xwe re sazîyên navnetewî damezirandine. Avên dinyayê di nav xwe de parvekirine. Lewre jî li hemi deverên dinê ev sermayedarên trost yên navnetewî bi vê hecetê li her deverê projeyên bendavan (barajan) di nav xwe de parvekirine. Nemaze li welatên paþdemayî û yên ber bi pêþdeçûnê ne.
Li Tirkîyî 55 barajên (bendavên) hûr û gir hene. Ji 500an berjortir jî projên wan amade ne ku wê di pêþerojê de bên pêkanîn. Qet þik lê nîne ku wê ew bendavane bibin xwemalî (xweser- taybet). Ku hatin pêk anîn, ewê ava avdanê jî bi awayek biha bifroþin cotkaran. Ew cotkarên ku nikarin parê peyînê ( zibil- gubre) sunî bidin, ku mesrefên avê jî bên ser wê ji bêgavî (bêçareyî) dest ji cotkarîyê berdin û koçbikin bajaran. Li wan deveran bêþol û xebat aware bimînin û tev li garana bê þolan bibin. Ew jî tê wê maneyê ku wê birçî bimînin, an jî bikevin nav çetên diz, berîkbir, jinfiroþ, madeyên tevizandinê û xeracstandinê.
Bê goman wê di dahatuwê de pirsgirêk û arêþa “av ya kê ye?” jî derkeve holê û dûr û dirêj li ser bê axaftin. (Ji ber ku her wekî em dizanin; ava Okyanûsan dibe hilim û diçe esmanan û dibe ewr. Ba li wan ewran dixe û ber bi alîyekî de dibe û liwelat û devereke din dibe baran, berf û av tê xwarê). Vêca av ya kê ye? Ya welatê xwedîyê Okyanûsan e, an jî welatê lê barîyaye? Em mînakê hinekî hêsantir bikin.
Camêrekî kincên xwe þûþtîne û li ber derê xwe raxistine. Bagerek tê wan cilan radike û kîlometrokê wêde dibe, li eywana yekî datîne. Baþe ew kinc yên kê ne? Yê ku raxistine, an jî yê ku li eywana wî danîne? Bê goman em ne XÊVZANK in ( kesê ji ûlmê xeybê dizane- kesê ku di pêþerojê de çi bibe û çi biqewime dizane). Lê jibo gundê dîyar dike rêber ne lazim in. Lê ya xurab hêj ji niha de ava vexwarinê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê pisgirêka herî mezine.
Li Tirkîyê þîrketên xwedîyên tesîsên avê di sala 2007 an de kara xwe kirine du qat. Bi gotinek din sedî % 100 kara wan çêbûye. Heta niha firotina ava vexwarinê ya di þûþên pet û galon de tê firotin li Kurdistanê kêm bû. Lê niha bi heceta ku ji avgemarîyê nexweþî jê çêdibin, fîrmayên ava vexwarinê difroþin ducar qasî pêrar firotine. Li Tirkîyê þîrketên ku ava vexwarinê difroþin 226 tesîsên xwe yên avdagirtinê hene. Van þîrketan di sala 2007 an de, 8 milyar lître av firotine. Armanca wan ewe ku sala di 2008 an de bikin 10 milyar lître. Piranîya wê jî wê bifroþin germîyanên bakurê Kurdistanê. Ew bêbabên sermayedar her tiþtî jibo kara xwe dikin. Bi hemi hecet û bi her avayî sermîyana xwe zêde dikin û me mecbûr dikin ku em parên xwe bidin wan.
Heke weha bimeþe û pêþî lê neyê girtin, wê Kurdên me yên germîyanan wek “ÞILX ên mêþan û MALÛTE yên masîyan “ jibo avkirînê bikevin ser hev. Bi kurt û Kurmancî, mesela melê û jina wî ye.
Dibêjin mele nîyeta xwe li jina xwe xirab kiribû. Lê dilê jinikê nedixwest. Jinikê xwe serpiþtê dirêj kir, mele xwe havête ser û tê hesû. Jinikê xwe ziviran ser teniþta çepê, mele li ser teniþtê tê hesû. Jinikê xwe ser dev dirêj kir, mele dîsa tê hesû. Dawîyê mele ji jina xwe re got: “Jinê, tu xwe bi kîjan alî de babidî bade wê her kunek bikeve alîyê min.”
Sermayedar jî wusanin. Çi dibe û çi diqewime eweê her jê kar bikin û sermaya xwe bikin du qat.
Lewre em wek lotikxane bang û gazî Kurdistanîyan dikin û dibêjîn:
Ava vexwarinê nekirin! Ava mislixê baþ bikelînin û bihêlin bila nîv seetê dawerive (qirêj û tiþtên di nav avêde dakevin bin firaqê) paþê wê avê bi parzûnek cil piparzinînin û bikin þûþên pet, li gor dilê xwe jibo xwarin, vexwarin û çayê bixwebitînin. Hem wê parên we di bêrîka we de bimînin, hem hûnê ji ava kirînê paqijtir avê vexwin, hem jî wê ava firotinê erzantir bibe.
Ji me gotin, hûn dikin an nakin hûn dizanin.
|