<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Enqerê lotikek li parêzgarê Duhokê xist

Binav Sindî/ 28/06/08-Duhok-

Beriya çend rojan li Enqereya paytexta Tirkiyê, vîrûsekî Tirk lotikek li parêzgarê Duhokê Temer Remezan xist û bi hewarkînê gehandin nexweþxaneya emercinsî ya heman bajarî.

 

Heftiya bihurî Temer Remezan ê parêzgar û lotikvanê Duhokê digel Mihemed Mihsîn qaymeqamê Amediyê û hindek lotikvanên dî yên parêzgehê, li hotêlek bajarê Enqerê bûn û lotik û motik diavêtin. Þeveke direng trombêla ambulansê hat ber deriyê hotêlê û cenabê parêzgar bi xwe re bir nexweþxaneya emêrcinsî. Li ser eger û sedemên nexweþketina parêzgar, tiþtek nehatiye zanîn.

 

Lê dixtorê lotikvan gotiye ku belkî ji ber xwarin, vexwarinê û guhertina hewayê be. Yanî, Temer Remezanê me bi hewa Tirkan bi jehrî ketiye û rûvîyên wî serûbinê hev bûne. Hinek jî dibêjin na wele eraq û raqîya Tirkan ji Temer Remezan hez nekiriye, hinavên wî þewitandiye û hiþtiye ku Temer Remezanê me li hatina xwe poþman bibe.

 

Bi her hal baþ bû vê carê jî xwedê lotikvanên me parastin û bi silametî gihiþtin eyaleta Bensilvaniya Amerîkî. Lê divê beriya wê wan aþika xwe ji raqîya Tirkan ra amade kiriba.

 

Dibêjin þeveke wê hotêla ku ew têda bûn, bi heþtsed dolarî bû ku dibe moçeyê sê mehan yê mamostayên li Duhokê. De bixwin roj roja we ye lotikvanîno. We jibîr kir ku beriya çend salan þikeftên Kurdistanê jî bi dest we nedikeftin û xelkê hejar hûn di malên xwe da di hewandin. Evroke hûn wan bê av, elektirîk û xizmet dihêlin û li hemû havînan derdikevin welatên dinyayê lotikan davêjin.

 

Mixabin!!!!!!!!!!!!!!