<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TÎPÊN TERORÎST

Xalê Guhbel- 19/06/08-

Heta niha me digot belkî Tirk tenê Kurdan dikin terorîst, lê va ye tîp û herfên Kurdî jî dikin terorîst. Hahooo ji destê van terorîstaaaannnn!

 

Gelo hûn dizanin ku ew tîpên terorîst kîjanin? Naaa, bi sê telaqê mêrberdanê, a niha eger em binivîsin, hûn bawer nakin û hûnê bêjin ku dîsa va ye Lotikxanê dest bi nebûkarî û bêbextiyan kir. Naaa, ne nebûkarî ne û bi telaq ne jî bêbextî ne, xalis û muxlis emr û fermana GENEL QURMAY BAÞQANÎyê dewleta virqo ne.

 

Mêro fermanek belav kiriye û tê de gotiye: Ey mihemedcûcîkler, we ev tîpên W, Q û X li kur dît, serî lê biperçiqînin. Lewre Kurdan W xistiye serê bêjeya WELAT, Mihemed Pêxemberê torinê Brehîm Pêxemberê Kurd jî tîpa Q xistiye serê navê wê pirtûka ku Xwedê jê re hinartiye, ev tîpa terorîst ku X ye jî, Kurdan ew xistiye serê paþnavê Ehmedê Xanî. Înca ev sê tîp li kur hatin dîtin, serê wan biperçiqînin û nehêlin ku þîn û þên bibin. 

filan û fîstan.

 

Û hetta dibêjin, serekerkanîya dewleta virqo her serê perçiqandinek ji van tîpan, 100 hezar lîreyên Tirkî jî wek xelat dide nêçîrvanên tîpên Kurdî. Yanî, tîpên me tirr ji Ûsama Bîn Ladîn berdaye ellawekîl! Çawa ku Ûsama Bîn Ladîn di çavê Emerîkayê de terorîstê herî mezin e, tîpên Kurdî jî ji Tirkan re bûne terorîstên internasyonal.

 

Îcar heger em Kurd biaqil û Kurdewar bin, divê em di her gotin û nivîsên xwe de van tîpên þoreþger û welatperwer bi kar bînin, li wan xwedî derkevin û bêjin “Êdî bes e!”