<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

         JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIÞTÎ RE

                

  06.06.2008

 

 

Ev 80 sale li ser ziman û çanda kurdî asîmîlasyoneke pir xedar tê meþandin. Di encama vê asîmîlasyonê de tehrîbateke gelek mezin li ser zimanê kurdî hate kirin. Dîsa van polîtîkayên asîmîlasyonê encam girt û oto-asîmîlasyon dest pê kir. Bi vî awayî zimanê kurdî bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ma. 

 

Wekî  TZPKurdî ev ji du salan zêdetire ku em ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî xebatan dimeþînin. Di encam van xebatan de emê di 10’ê pûþpera 2008’an de li Geverê li qada fitbolê bi dirûþma “Êdî Bes e em bi Zimanê Xwe Perwerdehî Dixwazin” mîtîngekê lidar bixin. Ev mîtîng dê bi hemû rengê xwe mîtîngeke kurdewar be û neteweyî be. 

 

Ev cara yekeme ku bi vî rengî mîtîngeke kurdewar, neteweyî û ji bo zimanê kurdî tê lidarxistin. Lewre em vê mîtîngê wekî mîtîngeke dîrokî dibînin.

 

Ji ber vê yekê, di serî de gelê me yê Gever, Þemzînan, Colemêrg, Çelê, em bang li hemû gelê xwe dikin ku roja 10’ê Pûþperê dest ji karê xwe berdin, bi ruhekî kurdewar, bi cil û bergên kurdî û bi feraseteke neteweyî tevlî vê mîtîngê bibin û li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkevin. Em dibêjin divê ku ji heftê heya heftê salî her kurdek bi ruhekî neteweyî tevlî vê mîtîngê bibe û li zimanê xwe ku heysiyet, þerf, nasname û hebûna wî ye, xwedî derkeve.

 

 Baweriya me bi gelê me heye, çawa ku heta niha berpirsyariya xwe pêk aniye dê ji niha û pê de vê perpirsyariya xwe pêk bîne û li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derkeve. 

 

Em bawer in ku dê gelê me bi deh hezaran beþdarî vê mîtîngê bibe û bibêje “Êdî Bes e Em bi Zimanê Xwe Perwedehî Dixwazin”

 

Bi van bîr û baweriyan em gelê xwe silav dikin û bang dikin ku bi rûhekî netewqeyî tevlî mîtînga  “Êdî Bes e Em bi Zimanê Xwe Perwedehî Dixwazin” bibin.

 

 

 

                              TZPKurdî

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî