<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KONFERANSA  WALTIC 08

A NAVNETEWÎ LI SER ZIMAN Û VÊJEYÊ

 

Roja 30ê Hezîran, 1 û 2 Temûzê, konferensek navnetewî ji bo sê rojan, bi navê Waltic 08 li Stockholma paytexta Swêdê li dar dikeve. Ev konferans cara ewil e ku bi serpereþtiya Sendîqa Nivîskarên Swêdî tê sazkirin. www.waltic.com

 

Li gor xeberên ku gihane me, armanca konferansê ev e ku nivîskar, werger, lêkolîner û helbestvanên dinyayê werin ba hevûdu, hev ji nêz ve binasin û li ser problemên ziman û vêjeya welatên xwe rawestin.

 

Herweha hatiye ragîhandin ku wê ji 30-35 welatên cuda, 1000 rewþebîrên bi navûdeng, ji bo alîkarî û piþtgiriya bipêþxistina zanîn û çareserkirina pirsgirêkên ziman û çanda welatên cuda, bicivin û zêdetir  li ser van sê xalan guftûgo bikin:

1- Xwendin û Nivîsandin.

2-    Têkiliya ziman û çandên cuda bi hevûdu re.

3-    Dijitalkirina Zimên.

 

Herweha di van sê rojên konferansê de hin semîner jî wê li ser pirsgirêkên ziman bêne lidarxistin.

 

 

Kesên ku di konferansê de mafê axaftinê bo wan hatiye dayîn, tenê 33 kes in û ji 31 welatan in. Yek ji axaftinvanan jî nivîskarê Kurd Zeynelabidîn Zinar e û wê li ser zehmetiya di navbera zaravayên Kurdî de ku alfabeya erebî û latênî bi hev re naguncin bîne, xeberde.

 

Zimanê konferansê yê fermî ingilîzî ye. Lê mafê her kesê ku tê de wê bipeyive heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî jî bipeyive û tercûme jî, wê bi zimanê ingilîzî bidin kirin.

 

Îcar em ê binerin gelo ka wê nivîskarê me Zeynelabidîn Zinar, di konferansê de bi kîjan zimanî xaftina xwe bike? Eger ew bi zimanê Kurdî axaftina xwe bike, wê lotikên Kurdewarî li zimanê Tirkî, Erebî û Farisî  jî bixe. Eger na, ew jî mîna hin ”rewþenbîrên Kurd” bixwaze hunerê xwe bide nîþandan û rabe di vê konferansa navnetewî de bi zimanekî biyanî axaftina xwe bike, hingê emê jî wek Lotikxane serî li Dadgeha Mafê Parastina Zimanên Bindest bixin.

 

Axaftina hemû axaftinvanê Konferansa Walticê, wê wergere 204 zimanên cuda û bi riya Internetê li dinyayê belav bibe.