|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Dr.Mihyedîn Bi xewê spehî bibin
Xew, dermanê xweþikbûn û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi þev bêhtir xwe nûjen dike. Hucre û rehên (damar) meriv bi livbazî (aktîfî ) dixebitin û dikþin. Heger hûn dixwazin aþika (mîde) we newestandî û hêsan be, berî go hûn razên xwarina giran nexwin. Hûn karin þêraniyê bixwun. Ji ber ku, di þêraniyê de hormona bextewariyê, hormona Serotonîn heye û ev hormon dibe sedema rehetbûn û vezilandina laþ û bejnê. Ji xwe re bernama xewê çêkin. Seeta razanê û a þiyarbûna serê sibê kifþ bikin. Heger hûn dixwazin bi þev xweþ razên, berî razanê hinekî tevgerên sporê bikin. Ev tevger bazûyên (kas) meriv vedizilînin û nerm dikin.
Berî go hûn razên, lingên xwe biþon û hinekî anî û patika (piþta stû) xwe bifirkînin û masaj bikin. Hûnê rehet bibin. Cola, çay, qehwe û nîkotîn dijminên xewê ne. Gava hûn razên ji vana bi dûrkevin. Alkolê hindikî vexwin lê ne zêde. Mezela (ode) xwe a razanê baþ bibijêrin. Berî go hûn razên pencereyên oda razanê vekin, bila hewa paqij bistîne. Germaya zêde ji xewê re nebaþ e. Heger rengê boyaxa oda we a razanê þîn be hê çêtir e. Ji ber ku, rengê þîn psîkolojîkî mêjiyê meriv rehet dike. Heger we rojek westiyayî û bi stres derbaskiribe, têkevin nav hewdikê avê û banyo bikin. Piþtre hûn karin li mûzîkek klasîk guhdarî bikin. Bawerkin hûnê baþ razên. Xew dermanê xweþikbûn û spehîbûnê ye, ji bîr nekin. Xew ne tenê dermaê xweþikbûn û spehîbûnê lê dermanê mêjî û þarezabûnê'ye jî. Li gor zana û pisporên Alman, têrxewî di þarezabûn û di xebata mêjî de bandorê dilîze. Li gor wan, pirsgirêkên ku mêjî bi roj beramber dimîne, bi þev, di xewê de jî li çareseriya wan digere. Ji bo wê jî divê meriv 8 seetan xewa xwe bistîne. Xewa kêmî 8 seetan kar û xebata mêjî derengtir dixe û mêjî diwestîne. Li gor pisporan dermanê xebat û stresa zêde têrxewî ye. Li gor pisporên Zanîngeha Luebeck'ê a Almanya, kesên ku 8 seetan têr xewa xwe digrin ji yên kêmxewan bêhtir biserketî, þareza û zîrektir in. Gelek caran ji ber kar û stresê meriv kêmî 8 seetan radizê û têrxew nabe. Lê ev kêmxewî gava ket ser hev beden sist dibe, mêjî baþ naxebite û konsantrasyona meriv kêm dibe. Kêmxewî û konsantrasyonek nebaþ dibe sedema gelek tiþtên nexêr.
Li gor îstatîstîk û lêkolînan ji %10-20 qeze û lihevketinên trimpêlan ji bêxewiyê çêdibin. Di mêjiyê her mirovî de seetek biyolojîk heye. Ev seet 24 seetan dixebite û xew, þiyarî, hormon, birçîtî, avrêjî, zindîtî û gelek tiþtên din li hev radigre û wan dixebitîne. Wextê xewê ê herî girîng navbera seet 03:00 - 05:00 e. Di vî wextî de di laþê meriv de her tiþt bi hêdî dixebite. Dil kêm lêdide, germa lêþ û bêhnstendin kêm dibe. Wextê bernama duemîn a xewê jî navbera seet 15:00 - 17:00 e. Li gellek welatan di van wextan de xelk radizên û kêmxewiya xwe diþkînin. Meriv nikare bê xew jiyana xwe berdewam bike. Hem ji bo tenduristiya beden û lêþ û hem jî ji bo kar û xebatek bê westan divê meriv têr xew be û heger ne bêgavî (mecbûrî) be meriv kêmî 8 seetan ranezê.
|
|