|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
|
Dr.Mihyedîn Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin
Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Piþtî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin. Xwarinê liser piyan nexwin, rûnin û xwe fêrî xwarina hêdî bikin. Di orta xwarinê de ger êdî hisa we ya birçîbûnê derbas bûbe, zorê nedin xwe û ji ser sifreyê rabin. Ger xwarina we gelekî xweþ be jî vêya biceribînin. Liser sifrê bila bala we tenê ne liser xwarinê be. Kevçî û çetelê we bila her ne di destê we debe; hewl bidin wan deynin ser sêniyê. Wexta hûn tenêbin xwarinê nexwin, jiber ku mirov gava tenê dixwe zû bi zû têr nabe. Di amadekirina xwarinê de hin tiþtên balkêþ Pisporên tenduristiyê bala we dikþînin ser van xalên jêrîn.
-Sebze û fêkiyên ku we kirîn berê biþon û dûvre hûr bikin. Heger berî þûþtinê hûn wan hûr bikin û piþtre wan biþon,ew bi oksîjenê re temasî hev dikin û C wîtamîna wan kêm dibe. -Gava hûn baqilan (fasûlî,nok,nîsk û.w.d) dixin nav avê û wan þil dikin (dinimînin) ava li ser wan nerjînin. Ji ber ku, gava ew dinimin, B wîtamîna wan dikeve nava avê. Wê avê nerjînin lê hûn karin pê xwarinekê din çêkin. -Gava we meqerna keland, ava li ser nerjînin. Ava wê qenc bipîvin û bila di ava xwe de bikele û wê avê bikþîne. Yan B wîtamîna di nava meqerna de kêm dibe. -Gellek kes birincê di nava rûn de diqelînin û piþtre dikelînin. Ev ne rast e.Gava birinc tê qelandin proteînên wê winda dibin. -Nehêlin goþtê qeþagirtî di ciyê germ de dawerive û nerm bibe. Berê goþt têxin ciyekî cemidî - wek jêra sarincê - û bihêlin di wir de dawerive. Gava goþt qeþa xwe berda û nerm bû divê hûn wî goþtî dîsa nexin qeþanê. Wîçaxî wîtamîna xwe winda dike û dibe sedema zêdebûna mîkroorganîzmên bi zirar. -Zeleta ber xwarinê divê bi xwarinê re bê amadekirin û ne berî xwarinê. Heger zelete berî xwarinê bê amadekirin û veþartin wîtamîn jê kêm dibin. Lîmon û xwê'ya zeletê dawiyê têxin nava wê. -Ava ser mast nerjînin. Di vê avê de proteîna "rîboflamî" hete û ev proteîn ji bo tenduristiya meriv pir pêwist e. -Heger hûn dixwazin birinca we spî û liblibî be, pênc-þeþ dilop ava lîmonê berdin nav. -Heger hûn naxwazin bêhna qelandina goþt têkeve hundurê malê, hinek Caferî (beqdûnis) bavêjin nav rûnê qelandinê.
|
|