|
Aha Kurdayetî ev e Parlamentoya Kurdistanê xwedî li Leyla Zana derket
Þêrzad Zebarî- 23/03/08-Hewlêr- Divê êdî Kurd wek netew bifikirin û li hev xwedî derkevin. Sînorên navbera Kurdistanê biçirînin û li ser hev bêþin, destê alîkarîyê dirêjî hev bikin. Dibêjin 56 parlamenterên Kurd daxwaznameyek pêþkêþî Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê kirine û daxwaza piþtgiriya Leyla Zana kirine. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku Leyla Zana bê berdan da ku karibe xebata xwe di çerçoveya demokrasîyê de berdewam bike û doza Kurdên bakur pêþdetir bibe. Di daxwaznameyê de lotikek baþ li dewleta virqo dikeve, ji dewletê tê xwestin ku pirsa Kurd bi dîalogê bê çareserkirin û tirr ji wan tê berdan. Werhasil, ev helwesta parlamenterên Kurd nîþana geþbûna ruhê netewperwerîya gelê Kurd e. Divê Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê lotikên bi vî awayî bavêjin û li ser hevdu bêþin. Her bijîn kaka!
|