JINIK Û MÊRÊ XWE

 

Jinik û mêrê xwe ji paleyê vedigerin mal. Kela kela germa havînê bû. Loma gelekî westiya bûn û hîn ji gund re temamek rê mabû ku xwe bighîninê. Ji ber ku berbi êvarî bû, êdî re?ahiyê jî hêdî hêdî xwe berra erdê dida.
Mêrê jinikê serê xwe rakir û hinekî li dûr nerî ku çi bibîne. Dîtina wî dît, melê gundê wan hinekî ji wan dûr li qiraxa rê, di ser kerê de ye. Xwe nêzîkî wî kirin, silav danê û mêrik ji melê re got:
-Wa seyda, ma tu di ser kerê de çi dike loo?

mele gundi
Melê nema dizanîbû ku wê çi bigota. Lê weke tê zanîn ku zemanê berê gotinên ?êx û melan weke ayetan bû. Çi bigotina gundiyan ji wan bawer dikirin. Loma melê jî ji vê cesaret girt û got:
-Wele qaçika (boçika) kerê ketiye ez wê hiltînim.
Bi vê ê gundî hinekî mizmizî û got:
-Seyda heyran, wele qaçika jina min jî ketiye, heger tu bikaribe xêrekê bi me bike wê ba? be. Ev bû çendak rebenê ji ber wê bi nale nal e.
Seyda nerî ku yê gundî hinekî kêm aqil e û gotê:
-Wele min ne dikir, lê madem rebenê ji ber wê dike nale nal ser çavan, ji bona xatirê xwedê û pêxember ezê vê qenciyê bi we bikim.
Pi?tî vê gotinê kêfa jin û mêr jî hat. Melê jî halê wan fêm kir û got:
-De ka bila jinik li ser pi?tê rakeve, he?a ti?tên xwe derxe. Dema ez ketim ser divê tu jî bi gunê min ba? bigire da ku gunê min bi wir nebe. Yan na wê destmêja min bi?kê.
Gundî jî vê qebûl dike. Û mele hildiki?e ser jina wî. Mêrik jî bi gunê wî digire da ku destmêja wî ne?ke.
Pi?tî karê melê diqede, mêrik û jina xwe dikevin rê û berbi mal de diherin. Mêrik bi ken ji jina xwe re dibêje:
-Keçê wele dema wî qaçika te hiltanî, min jî gunê wî hinekî sist kir ku bi wir bibe û destmêja wî bi?kê…

22.01.2010

About The Author