Xew, dermanê xweşikbûn û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi şev bêhtir xwe nûjen dike. Hucre û rehên (damar) meriv bi livbazî (aktîfî ) dixebitin û dikşin.
Heger hûn dixwazin aşika (mîde) we newestandî û hêsan be, berî go hûn razên xwarina giran nexwin. Hûn karin şêraniyê bixwun. Ji ber ku, di şêraniyê de hormona bextewariyê, hormona Serotonîn heye û ev hormon dibe sedema rehetbûn û vezilandina laş û bejnê.
Ji xwe re bernama xewê çêkin. Seeta razanê û a şiyarbûna serê sibê kifş bikin. Heger hûn dixwazin bi şev xweş razên, berî razanê hinekî tevgerên sporê bikin. Ev tevger bazûyên (kas) meriv vedizilînin û nerm dikin.
Berî go hûn razên, lingên xwe bişon û hinekî anî û patika (pişta stû) xwe bifirkînin û masaj bikin. Hûnê rehet bibin.
Cola, çay, qehwe û nîkotîn dijminên xewê ne. Gava hûn razên ji vana bi dûrkevin. Alkolê hindikî vexwin lê ne zêde.
Mezela (ode) xwe a razanê baş bibijêrin. Berî go hûn razên pencereyên oda razanê vekin, bila hewa paqij bistîne. Germaya zêde ji xewê re nebaş e. Heger rengê boyaxa oda we a razanê şîn be hê çêtir e. Ji ber ku, rengê şîn psîkolojîkî mêjiyê meriv rehet dike.
Heger we rojek westiyayî û bi stres derbaskiribe, têkevin nav hewdikê avê û banyo bikin. Piştre hûn karin li mûzîkek klasîk guhdarî bikin. Bawerkin hûnê baş razên.
Xew dermanê xweşikbûn û spehîbûnê ye, ji bîr nekin.
Xew ne tenê dermaê xweşikbûn û spehîbûnê lê dermanê mêjî û şarezabûnê’ye jî. Li gor zana û pisporên Alman, têrxewî di şarezabûn û di xebata mêjî de bandorê dilîze. Li gor wan, pirsgirêkên ku mêjî bi roj beramber dimîne, bi şev, di xewê de jî li çareseriya wan digere. Ji bo wê jî divê meriv 8 seetan xewa xwe bistîne. Xewa kêmî 8 seetan kar û xebata mêjî derengtir dixe û mêjî diwestîne. Li gor pisporan dermanê xebat û stresa zêde têrxewî ye.
Li gor pisporên Zanîngeha Luebeck’ê a Almanya, kesên ku 8 seetan têr xewa xwe digrin ji yên kêmxewan bêhtir biserketî, şareza û zîrektir in. Gelek caran ji ber kar û stresê meriv kêmî 8 seetan radizê û têrxew nabe. Lê ev kêmxewî gava ket ser hev beden sist dibe, mêjî baş naxebite û konsantrasyona meriv kêm dibe. Kêmxewî û konsantrasyonek nebaş dibe sedema gelek tiştên nexêr.
Li gor îstatîstîk û lêkolînan ji %10-20 qeze û lihevketinên trimpêlan ji bêxewiyê çêdibin. Di mêjiyê her mirovî de seetek biyolojîk heye. Ev seet 24 seetan dixebite û xew, şiyarî, hormon, birçîtî, avrêjî, zindîtî û gelek tiştên din li hev radigre û wan dixebitîne. Wextê xewê ê herî girîng navbera seet 03:00 – 05:00 e. Di vî wextî de di laşê meriv de her tişt bi hêdî dixebite. Dil kêm lêdide, germa lêş û bêhnstendin kêm dibe. Wextê bernama duemîn a xewê jî navbera seet 15:00 – 17:00 e.
Li gellek welatan di van wextan de xelk radizên û kêmxewiya xwe dişkînin. Meriv nikare bê xew jiyana xwe berdewam bike. Hem ji bo tenduristiya beden û lêş û hem jî ji bo kar û xebatek bê westan divê meriv têr xew be û heger ne bêgavî (mecbûrî) be meriv kêmî 8 seetan ranezê.
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin
Fedakarî û hevkarî zora tirsê dibe. Şêx Murşîd û xisletên serokatîyê
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist