Brîna re?, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna re? – kanser – . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna re? nehatiye dîtin. Derman’in henin ku pê?ketina brîna re? li pa? dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.
Pisporên vê nexwe?iyê li dijî vê nexwe?iyê van pê?niyazan dikin:
1-) Gava yekem: xwarina hê?înayiyan. Divê rojê 600 – 800 gram xwarinên bi ni?adir û hê?înayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hê?înayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hê?înayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pê?iya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin.
2-) Gava duyem : Xwarina sebze û fêkiyan. Divê her roj zêdeyî 400 – 800 gram cûrbecûr fêkî û sebze bên xwarin. Têrxwarina sebze, fêkî û hê?înayîyan %20 rîzîko’ya kanserê kêm dike. Bi taybet jî ?elim, Kundir, Gêzer, Firingî (bacanê sor) û cûreyên narinciyan ( pirteqal, lîmon, mandalîn, greyfurt û.w.d) li dijî kanserê bandorekê ba? dilîzin.
3-) Gava sêyem: Parastina kîloyan û jiyanek aktîf a fîzîkî. Kîloyên zêde û kêm rîsk’a kanserê zêde dikin. Ji bo vê jî li kîloyên xwe miqatebin û xwe bilivînin, tevgerê bikin. Heger hûn karibin, rojê seetekê bime?in yan jî bibezin.
4-) Gava çarem: Tûtin û Alkol. Hem tûtin û hem jê alkol rîsk’a kanserê zêdetir dikin. Divê alkol zêde neyê vexwarin. Tûtin qet neyê ki?andin.
5-) Gava pêncem: Rûn û Xwê. Xwe ji rûn û xwêya zêde biparêzin. Ji xwe, di xwarinên pakêtkirî û hazir de xwê û rûn pirr e. Vêna jibîr nekin. Rûn û tewa?ê zêde hem rîsk’a qelewbûnê zêdetir dike û hem jî ev qelewbûn dibe sedemek ji yên kanserê.
6-) Gava ?e?em:Xwarina kevnikgirtî û ?ewitî.Xwarina kevnikgirtî – kufikbûyî – û a ?ewitî nexwin. Divê xwarin di sarinc’ê (buzdolab) de ba? bê parastin. Xwarinên ku wextê wan derbasbûne nexwin. Go?t û Masî zêde neqelînin, ne?ewitînin. Ji ?ewat û qelandina zêde maddeyên kanserojenê çêdibin. Heta ji we bê xwarina ?ewitî û zêde qelandî nexwin.
Li gor pisporan, go?tê bra?tî û qelandî di la?ê meriv de malzarên kanserojenê çêdikin. Xazên jehrîn yên di nava komir û tupxazê de bi go?t ve dizeliqin û dikevin bedena meriv. Jib o vê jî pispor bale dik?înin ku, go?tê ku li ser komir û tupxazê tê bra?tin û qelandin, neyê xwarin. Maddeyên xazê yên wek: karbonmonoksît, kukurtmonoksît û dîoksît’ê bi riya qelandin û bra?tinê, bi go?t ve dizeliqin û dibin bedema meriv de kanserojenan çêdikin û dibin sedema kanserê. Li gor tê gotin, divê germiya agirê go?t 250 dereceyî derbas neke. Gava 250 derece derbas bû, îcar maddeyên kanserojenê derdikevin holê û dibin sedema gelek cûreyên kanserê. Jib o vê, gava go?t bê qelandin yan bra?tin, divê ew 15-20 cantîmetre ji êgir dûr be da ku ev maddeyên kanserojenê sererast nekevin nav go?t û zêde bi zirar nebin.
Hê?înayî, fêkî ,sebze û ?araba sor dijminên kanserê ne û rê li ber çebûna kanserê digrin. Heta ji we bê, xwe ji van xwarin û vexwarinan kêm nehêlin û li xwe miqatebin.
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî