Malzarên laşê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen’ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lêş bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê laş bigere. Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lêş bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li laş digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks’a mirovekî ye. Dengê Dil ji guvaştin û sistbûna wî derdikeve. Gava ew sist dibe û tê guvaştin deng derdixe. Gera xwînê bi alîkariya qapaxên Dil çêdibe. Di her lêxistinê de dilê mirov 50-60 cantîmetrekup xwîn dipijiqîne. Di her lêxistina Dil de 1,4 kîlogrammetre kar tê dîtin. Dil, di deqîqekê de 4-6 lître xwîn dipijiqîne. Xwîn, di deqîqekê de 6 carî digere. Ji bo vê jî karê ku, dil di rojekê de dibîne, digihê heta bi 20 hezar kîlogrammetro. Dil, wek motora laş e û vî karê giran jiyanek dûr û dirêj berdewam dike.
Nexweşiyên Dil
Înfeksiyona kîskê Dil (Perîkardît)
Dil, di nava kîsekî de daliqandiye. Ev kîskê dil e. ( yan jî kirasê dil). Ev kîsik kare ji hundur de înfeksiyonê (îltîhabê) bigre. Ji vê elemgirtinê re Perîkardît tê gotin. Ev nexweşî pirr kêm tê dîtin. Li der û dora dil perçiqandin çêdibe û kîsê dil brîndar dibe. Carna sedema vê nexweşiyê nayê dîtin, lê tê bawerkirin ku, ev ji bandora nexweşiyên din, peyde dibe. Carna kare ji înfeksiyona romatîzmayê jî çêbibe. Perîkardît kare ji bandora romatîzmayê, elemgirtina Gurçikê. jana zirav (verem-tuberkuloz), Tîfo, nexweşiyên qapaxên dil, înfeksiyona qirikê û.w.d, pêk bê. Bi piranî bi xort û ciwanan re peyde dibe. Bi înfeksiyona kîsikê dil re, der û dora dil dêşe, bêhnçikandin û tirs destpêdike. Gava înfeksiyon derbas dibe, ava ku ketiye kîsik tê vexwarin. Lê carna zarên kîsik cî bi cî zeliqandî dimînin. Di van ciyên zeliqandî de carna kils tije dibe. Nexweşiyek giran e. Bi operasyonê (ameliyatê) derbasbûna wê gengaz e.
Mezinbûna Dil
Gava meriv zêde dixebite û dikeve stres’ê, dil jî li gor wê zorê dide xwe û dixwaze xwe li gor wê tempoyê bipîvê. Gava ev têr neke, zorê dide xwe û bêhtir xwînê dipijiqîne. Ji bo vê jî divê zêdetir binepixe û tevbigere. Gava dil dinepixe û firehtir dibe, pê re dîwarên dil jî qalindtir û bihêztir dibin. Bi firehbûn û nepixandina dil re, mezinbûna dil jî tê holê. Vexwarina zêde jî dibe sedema mezinbûna dil. Kesên ku zêde bîra vedixwin, karin zûtir têkevin bin bandora nexweşiya mezinbûna dil. Gava qapaxên dil qenc neyên girtin jî ev nexweşî kare serî hilde. Ji ber xwîna ku, ji maldamara mezin tê, paş de vedigere. Di girtîmayîna qapaxên dil û di vexwarina zêde de (a alkolê) tevgera dil serûbinê hev dibe û ji vê nexweşî peyde dibe.
Jarbûna Baz’ên (kas-adale) Dil
Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di kefteleftê de be, dil jî hevqasî dixebite û zorê dide xwe. Xebat û stresa zêde a lêş dil jî bi xwe re diwestîne. Gava dil jar dibe, di reh û damaran de xwîn kom dibe û baş nagere. Gava xwîn baş negere, zorê li damaran dike û tadê dighîne wan. Wî çaxî xwîn dinuqute nav lebatên hundurîn. Ji ber vê jî lebat (organ) dinepixin û dêşin. Carna ev êş û jan zêde dibin û dibin sedema avgirtina zik. Wek ku, di paq û zik de tê dîtin, xwîn, kare têkeve nava Sorsorkê (kezeba sor) jî. Wî çaxî bêhngirtin zehmet dibe û kuxik destpêdike. Ji vêna re Astim’a dil tê gotin.
Înflamatîona Baz’ên Dil (Mîyokardît)
Sedema wê, nexweşiyên mîna : Romatîzma, tîfo, Dîfterî û.w.d (û wekî din) in. Sedemek din jî ev e ku, înflamatîona kîsê dil kare xwe çeng bike ciyên din. Bi jehrîketina ji alkol û fosforê jî sedemek ji wan e. Nexweşiyek kirêt e. Ji vê nexweşiyê, bêhnçikandin, çelqa dil, westan, jihaldeketin û astim çêdibe. Ev nexweşî tam nayê çareser kirin. Li xwe haybûn û dîet girîng e. Tevgera zêde bi zirar e. Heyecan (xof) nebaş e. Qehwe, çay û tûtin qedexe ye. Divê alkol neyê vexwarin. Kesên xwedanê vê nexweşiyê ne divê di bin baldariya Doktor de tevgera xwe bikin.
Bez’girtina Dil
Du cûreyên bezgirtinê hene. Yek jê hundurê bazên dil bez digrin. Yek jê jî bazên dil bi xwe bez digrin. A yekem ji xwarina zêde û ji zêdebezgirtina laş çêdibe. Rûn’ên ku, di laş de nayên şewitandin, li laş û lebatan belav dibin û dibin sedema bezgirtina baz û rehên meriv. A duwem jî, ji jêdera (encama) hin nexweşiyên din pêk tê. Wek: Pirsgirêkên qapaxên dil, elemgirtina baz û damaran, kilsgirtina maldamarên sereke, hinek ji wan in. Jehrîbûna fosfor û alkolê jî sedemek e. Di vê nexweşiyê de bazên dil dihilin û dibin sedema çêbûna bez’ê dil. Di giranbûna nexweşiyê de, bêhnçikîn, qrîza dil, sergêjî û çavreşî çêdibe. Dil hêdî lêdixe û di laş de av dicive Ji ber ku, sedema herî mezin xwarin û qelewbûn e, divê xwedanê vê nexweşiyê kîloyên zêde bavêje. Bê agahiya Doktor divê tevgerê neke. Kîloavêtina zêde jî nebaş e û mêzêna bedenê serûbinê hev dike. Ji bo vê jî li gor şîretên Doktor bilivin.
Qrîza Dil (sekta dil)
Sedema qrîza dil a herî girîng Kolesterol (bez û rûnê nava xwînê) û xitimandina damarên dil e. Gava damarên dil ji ber kolesterol’ê dixitimin, gera xwînê radiweste û ev dibe sedema qrîza dil û mirinê.
Dil, di deqîqekê de 60 -80 carî xwînê pimpeyî laş dike. Ew pimpeyek pirr bi hinner e. Gera xwînê girêdayî pimpekirina dil e. Gava dil xwînê li laş pimpe dike û lê digerîne, bi xwe jî pêwistiyê bi xwîn û xwarinê dibîne. Ev xwîn bi riya damarên bi navê Koroner’ê tê ser dil û dil xwedî dike. Gava di xwînzêm’ên (arter, serkaniya xwînê) Koronerê de aloziyek çêdibe, di damarên Koronerê de kêmasî tên holê. Xitimandina damaran yek ji wan kêmasiyan e. Xitimandina van damaran dibe sedema negerîna xwînê û di jêdera vê de, di sînga meriv de êş’ek xurt peyde dibe û pê re qrîza dil û mirin tê holê.
Hinek nîşan û alametên qrîza dil ev in:
* Di qefesa sîngê de tengayî, perçiqîn, giranî û nerehetî..
* Li pî ( mil, kolînk), stû û mil (çeng) belavbûna êşa sîngê..
* Sergêjî, bêhişketin, xwêdana sar û gazînên qefesa sîngê..
Bi vî awayî xwe ji qrîza dil biparêzin:
* Tûtinê nekşînin..
* Li tansiyona bilind miqatebin û kontrol bikin
* Xwe ji rûn, xwê û kolesterolê biparêzin..
* Fêkî û hêşînayiyê zêde bixwin..
* Kîlwê xwe normal bigrin..
* Di malbata we de nexweşiya dil hebe sererast saxtî bibin..
* Nexweşiya şekir bi we re hebe, li gor mercên wê bilivin..
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî