Em jî bûn bajarî

Ev 3 sal û nîv e ku me şev û rojên xwe kir yek û Lotikxane heta bi îro anî.  Heta niha me Lotikxane bi awayên klasîk diweşand. Ji ber vê yekê jî, bar hemi ketibû ser pişta min û min jî wek himalên sûka bajarê Edenê, di bin vî barî de diwestiyam, çavên min pê re derdiket. Lê wîjdanê min rehet bû, min zanîbû ku qenc yan xerab ez û hevalên xwe xizmetekê ji ziman û çanda Kurdî re dikin.

Ji ber ku em di warê çêkirina malperên bi PHP de gundî û xeşîm bûn, gellek caran me xwe muhtacî hinek ciwamêran kir û serê xwe li ber wan xwar kir. Lê mixabin ji berê de dibêjin „gotinên êvara dikevin qulên dîwara“. Ê me jî heman mesele bû. Êvarî soz didan, lê wek serxweşên ku êvarî galonek eraq vexwaribin, adinî rojê ji bîr dikirin. Bi van lotik û zîtirkên bi derewan zêdeyî salek du salên me badilhewa çûn.

Werhasil, heta me merivek saxlem dît û malper pê da çêkirin, me mirîyên xwe bi çavê xwe dît.Xwedê jê razî be ciwamêr negot na û Lotikxane ji gundîtîyê derxist û kir bajarî. Yanî, ji îro û pêde wê heval û hogirên din jî karibin ni nivîs û nûçeyên xwe malperê dewlemendtir bikin, barê ser pişta min siviktir bikin û ezê jî her du rojan carekê ji bo êşa çavên xwe neçim ser textor û hekîman. Bi kurt û kurmancî; EM BÛN BAJARÎ ha!

Lotikxane qenc yan xerab, bi kêmasî û xeletîyên xwe heta bi îro hat. Em bawerin keda me badilhewa neçûye û me di xezîna weşangerîya çand û zimanê Kurdî de lotikên baş û pîroz avêtine. Çi bi zimanê xwe, çi bi nivîs, şirove û helwesta xwe, me Kurdayetî û ruhê netewî derxistiye pêş û em bawerim me bi vê siyaset û xeta xwe bandorek baş li derûdora xwe jî kiriye. Bi xêra vê siyaseta netewî nivîskarên me, dostên Lotikxanê zêde bûne û mala wan ava be, em bi tenê nehiştine.

Wek Lotikxane me rexneyên erênî ji xwe re kiriye adet û rê nedaye dijminatîya kesayet, dem û dezgehên Kurdistanî. Dijminatîya Kurdan û berjwendîyên Kurdistanê xetên me yên sor in û heta ji me bê jî emê wan xetên sor derbas nekin, rê nedin. Dibe ku hinek tişt ji ber çavên me reviyabin û me bêhemdî dilê hinekan ji xwe hiştibe. Lê ger tiştekî wilo bûbe û bêhemdî xwe me hinek kes êşandibin, ji niha de em lêborîna xwe ji cenabê wan dixwazin.

Mixabin gellek Kurdên me (bi taybet jî ev nifşên nû yên ku tenê bi sloganan mezin bûne, derhemek qîmet bi nirxên ziman û çanda Kurdî nadin, bi mejiyê Tirkayetîyê mezin û perwerde bûne û her tiştî berevajî dixwînin, berevajî fahm dikin û wek dehşikên nav garanê zîtirkan didin xwe) mîzah, qerf û henekên Kurdî ji bîr kirine û her tiştî bi berçavka siyasî, bi mejiyê sloganîk û dijminatî dixwînin. Ji ber vê jî, nivîs û karîkaturên di Lotikxanê de pirê caran wek dijminatî fahm dikin û dijminatîya Lotikxanê dikin. Halbûkî dijminatîya wan dijminatîya ziman û çanda Kurdî ye ji ber Lotikxane lotikên bêîman li asîmîlasyonê dixe û erka xwe ya welatperwerîyê tîne cîh.

Lotikxane di beşê xwe de yekem e. Em bawerin heger wîjdan mabe û hebe, wê rojek ji rojan dîrok bi dilşa û payebilindî behsa keda xebatkarên Lotikxanê bike. Tu şik û gumana me ji vê yekê tuneye.

Wek xebatkarên Lotikxanê, ji îro û pêve emê malperê zêdetir nûjen û rojanetir bikin û îmana meselê teneke bikin, tirrê ji meselê berdin. Bi şertê ku nivîsên wan ne nivîsên dijminatî û heqaretê bin, dijminatîya Kurdan tê de neyê kirin, emê rê li ber tu kesî negrin, nivîsên wan biweşînin. Apocî dibin, Xalocî dibin, Kalocî dibin, Fatêcî dibin bela bibin, emê ji wan re bêjin: Stooopp, ji rexneyên pozîtîv re erê lê ji dijminatîyê re na!!!!

Di dawîyê de li ser navê xwe û li ser navê temamê xebatkar û nivîskarên Lotikxanê, spasîyên xwe pêşkêşî we xwendevanan dikim, hêvîdarim hûnê ji îro û pêde jî me bi tenê nehêlin û alîkarîya Lotikxanê bikin..

Pîrkemal

Başçawîşê Lotikxanê

08.02.2010- Ezmanê hefta, qata 31ê

About The Author