Li ser bextê George Bu?h û serok Obama be, dibêjin xalê me Bîll Clînton (63 salî) xwe li ber lotikên dilê xwe negirtiye û bi lez rakirine nexwe?xana Colombîan Presbyterîan.
Xalê me Clînton du carî li ser hev serokatîya Amerîkayê kir û wek lotikvanekî demoqrat, germik û nermik hat hezkirin.
Dîsa li ser bextê re?ik û be?ikên Amerîkayê be, dibêjin ê?a dilê xalê me Clînton ne ê?ek nû ye, hê di dema xanima agirpêketî Monîca Lewînskî de dest pê kiriye. Dibêjin gava xalê me Clînton çav li Monîca Lewînskî ketiye û çend lotikên lezîz avêtine hevdu, dilê xalê me Clînton pir nazik bûye û ji wê rojê de bûye hêsîrê dilê xwe.
Hinek jî dibêjin: “Na na, dilê wî ji tirsa jinxala me Hîllary Clînton ê?iyaye û tew gava jinxala me Hîllary xalê me Bîll di ser Monîca Lewîndkî de girtiye, damarek dilê xalê me teqiyaye” û virde wêde zimandirêjîyan dikin.
Ez serê we û xalê xwe Clînton neê?înim, li gora agahdarîyên saxlem ketine destê sîxurên Lotikxanê, dibêjin textorên Bîll Clînton di reçeta dermanan de navê dermanekî nuh nivîsandine û navê wî dermanî jî ev e:
Monîca Lewînskî!
Amerîka
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin