Navbera hikûmeta Kasimpa?alî cîgerim Receb û endamên BDP bûye wek ?orba kelandî û ha ha hevdu didin ber lotik û pehînan.
Bi minasebeta girtina 16 endamên partîya BDP, li Mêrdînê presskonferansek hat lidarxistin û dê weledê xwe avêt. Helbet girtina endamên BDP rûre?î ye, ciyê ?ermezarîyê ye. Lê mesela me li ser gotinên xaltîka me Emîne Ayna bû.
Xaltîka me Emîne Ayna, di preskonferansê de axavtinek qerase kir û em matmayî hi?tin. Ayna xanim di derbarê hikûmeta AKP de got: “Ez sawcîyên dewletê dawetî wezîfê dikim. Hikûmeta AKP dixwaze dewletê parçe bike, navê vê jî cudaxwazî ye” û gilîyê partîya AKP li dewletê kir.
We fahm kir bê xaltîka me çi dibêje ne?
Yanî, xaltîka me parçebûna dewleta Tirk naxwaze, li dij parçekirina dewleta Tirk derdikeve û hikûmeta AKP wek cudaxwaz bi nav dike, gilîyê AKP dike.
Balkê? e, di heman demê de Serdozgerê Dadgeha Bilind Abdurrahman Yalçinkaya jî (ku wek zilamê dewleta kûr û Ergenekonê tê naskirin) heman lotikan davêje û ji bo girtina partîya AKP li mahneyan digere.
Halla hallaaaa ya siphan alla!
Law ma tesaduf û lihevrastinek ewqasî ecêb çêdibe?
Ji dêvla ku kêfa xaltîka me Ayna bi parçekirina dewleta Tirk bihata, radibe gilîyê AKP dike û dibêje „hawarêêêêê AKP dixwaze dewletê parçe bike!“
Birastî madem em parçebûna dewleta Tirk naxwazin, çi î? û karê zarokên me li serê çiyê heye babam? Ma çûne nok û nîskan bidin hev, wî!
Axir
Lotika duyem ji lotika yekem ecêbtir bû. Xaltîka me Ayna got:”Di dema 12ê Îlonê de jî (1980 darbeya eskerî) 1.500 (hezar û pêncsed) kes nehatine girtin” û çima ku hevalên wan hatine girtin AKP rexne kir.
Xuyaye haya xaltîka me Ayna ji 12ê îlona 1980î tuneye. Yaw çi hezar û 500, çi 10 hezar, çi 20 hezar, bi sedhezaran kes hatin girtin û dar ketin wan xaltîka delal, tu çi behsa hezar û 500î dikî keçko?
Ê helbet canim, gava di zindanan de dar û ?û?eyên Coca Cola dihepi?andin zarokên xelkê, belkî xaltîka me nizanîbû bê Kurd çi ne û çi dixwazin ellawekîl. Ji ber vê jî haya wê ji 12ê îlonê û girtinan tuneye.
Werhasilî kelam, Kurd lotik li ser lotikan dixwin wesselam. Wê kengî Kurd ji vê pelûlê xilas bibin ne ez zanim û ne jî melkemot..
Mêrdîn
Yaw ev jinika jineke chiqas bê sempatîk e bi xwedê. Loma ji zimanê sher u cengê wêdatir nikare meselê safî bike. Her cara ku wê dibînim tirs bi min dikeve u dibêjim, heger hemî jin weha bin bi rastî jî halê me ne hal e lo. Sayin bashqan Lotikxane, yaw bi navê we yê agirpêketî u unîversal be cartin resmê vê jinkê neweshînin qurban.
Li ser zeba§a AMED,e sond u qesem emine,è por qijik u keftalkè veki poren xwu re§i.
Emîne ayna ti$tekî seyr negotîye. Rêberê wan jî dijî parçekirina dewleta Tirk e (li berku dewleta wan e) Ayna rêbaza serokê xwe di$opînî. Onûr Oymen tê bîra we. Gotî bû Mistefa kemal çawa bûyara Dêrsimê û buyare £êx Seîd çareserkir, em jî wusa bikin…hwd. Wê demê ji dixwastin dewleta tirkan parçe bikin, wê demê jî helwesta tirkan weki yê Emîne yê bû, rastî jî BDP/DTP..hwd $opa kalêke xwe ba$ di$opînin.
çima em Kurd (weki nûmûne Lotikxane berçavan e) wan gotinan seyr/interesant dinirxînin/nî$an didin..? Ya xeter ew e.
Bimînin di parastina Kurd û Kurdistanê de.
geli xote heja ez di be qey
1.yan ew li ser girtye gundiki tene di axive 2.yan yen hazer gundi bun nizani bun mesele ciye 3.yan BDP tam mirove ku li digerya dit.u hun sax
Ew j?n?ke ku du kel?me b? kurd? n?zan? u herdem b? z?mane erenekoncuya xaber d?de.ez bawer?m endame we gurube ya.JI ber go j?n?k tu cara j? bo xera kurda na ax?fe we kelam.
Ji birêz BAGOK re dibêjim: Rast e ev xanim kurdî nizane, lê can û giyanê xwe fidayî gelê xwe dike. Bi hezaran cerdevan hene ku bi kurdî dikin qeb-qeb, lê xwefiro? in. gazin ji van jî nabe, ka 75 perlementerên AKPe, ku bawer dikim te jî dengê xwe dabe wan, ew ji bo çi ji Erdoganê xwe naxwazin ku zimanê kurdî, li bakurê Kurdistanê, bibe zimanê fermî?
Ji birêz R.Sitav re jî dibêjim: Ew daxwaza cudabûnê naxwazin, lê ma kê destê te girtiye?