DERMANÊ ?EKIR Û ZIXT YÊ XWERISTÎ
ALIIUM SATIVUM
Sîr hê?înhatek (nebatek ) ji malbata pirasan û pismamê pîvazê ye. Bejna wê li gor cih û war 25- 100 cm li ser navtengekê bilind dibe û navtenga wê heya nîvî bi belg e (pel). Belgên wê 15-20 cm dirêj dibin; zirav, rimane ne û kesk in. Kulîlkên wê wek yên pîvazan di serê gopîka navtenga nêr derdikevin. Rengê wan spî, peyazî (penbe) yan jî keskêpeyazî ne. Qurmê wê di nava axê de wek pîvazekê ye, lê bi tûzî (diran) ne. Di her pîvazekê de di navbera 13 –20 tûzî hene. Ji wê pîvazê re tûzîkirîre “sîr” tê gotin. Sîr hê?înhatek bêhndijwar e, ji belg, naveng û pîvaza wê rûnek tê derxistin û di tibê de jibo dermançêkirinê tê xebitandin. Sîr hê?înhatek gelek bi sihet e û jibo tendurustîyê yek ji wan nebatên herî nirxbilind tê pejirandin. Bi Tirkî navê wê “sarimsak” û bi Almanî jî “ Knoblauch “ e.
Wilatê wê ba? nayê zanîn, lê wusan tê bawerkirin ku ba?ûrê Asyayê ye. Lê ji alîyê din di lêkolînên arkeolojîk de li ser tabletên Sumerîyan yên 2600 berî zayînî (milad) ê hatîne dîtin. Ew jî tê wê wateyê ku wilatê wê çîyayên Zagros e. Misrîyan 2500 sal berî zayînê ji bo ku paleyên pîramîtan nexwe? nekevin, didan wan. Cihûyan (îsraîlî) bi xwe re anîne Filîstînê û ji wir jî belavî hinek welatên din bûye. Herweha Çînî û Hîndîyan jî di kevnar de çandinîya wê dikirin û wek derman û antîbîyotîk bi kar tanîn. Artê?a xaçparêzên Firansizî ji Rojhilata Navîn bi xwe re birine Ewropa û ji wir jî belavî tevahîya welatên din bûye. Lê pi?tî penisîlîn hat peydakirin, demekê hat jibîrkirin. Di van 20 salên dawîn de ku nexwe?îyên weba, kolestrol û ?ekir bûn bela serê dinyayê, dîsan lêkolîn û ceribandin li ser hatin kirin û nirx û bandora wê ya jibo kolestrol, lîpîd, trîglîserît û hwd ji nû ve hat kif?kirin. Nirxa wê jî giha asta zêrîn.
Berhevkirin: Sîr jî wek pîvaz û pirase dema kesk in pirçîk (pel) ên wan jibo seletan, sosan û nav xwarinan tên jêkirin û bi tazetî tên bikaranîn. Serikê wê jî wek pîvazan tê derxistin, hi?kkirin û hilanîn. Pa?ê jî li gor hewcedarîyê jibo derman, sos û xwarinan tê xebitandin.
Têdahî: Magnêzyûm, potasyûm, selenyûm, çînko, fosfor, hesin, karbonhîdrat (sakkroz-glîkoz ) rûnên eter, (allîîn-alîcîn-ajoen), cûreyên esansan, rûnên bi kukurt
(yên bêhnê didin) vîtamîn A, B, C, E û hwd . Sîr 58 caran ji nebatên din zêdetir kalsîyûmê dihewîne.
Têdahîyên rûnê sîrê: Têdahîyên rûnê sîrê jî hema- hema wek yên sîrê ne.
Bikêrhatîyên sîrê: 1-Bandora xusardayîna cigarê kêm dike. 2 – Li hember hemi cûreyên jahrîbûnan bi bandor e. 3- ?ekirê xwînê sîqal (eyar- beryekveanîn) dike û li hember ?ekir dermanê herî bikêrhatî yê xweristê ye. 4- Li hember pence?êhrê nebata herî bi bandor e. 5- Pê?îya pirtik( tîr- hi?k) bûna xwînê digire û hi?kbûnên rehan û jîyan kêm dike. 6- Kelmê? û ha?aratan ji bedenê dûr dixe. 7- Sîstema jîy, rehan û tevgêra xwînê sererast dike. 8 – Pê?îya hemi cûre zekem, ?ewban û persîvan digire.
9 – Hêz û enerjî dide bedenê. 10- Sîstema xweragirînê hêzdar dike. 11- Zixt (tansîyon) sîqal (eyar) dike û hêza zayendî (cinsî-seksî ) zêde dike. 12- Pi?ik, mêlak (kezeb- cergê re?) kîskê sefrayê (zirav) û dil bihêz dike. 13- A?ik û rûvikan paqij dike, mîkrobên wan dikûje û kezîyên (adale) dil bihêz dike. 14- Jibo astim, bron?ît, jana zirav (werem) bêhntengî, bawîbûn û kuxukê bi fayde ye û hwd.
Bikêrhatîyên rûnê sîrê: 1- Mîkroban dikujê, kolestirolê dadixe. 2- Bandora wê ya pê?îya hi?kbûnên reh û jîyan bigire heye. 3- Dil bihêz dike, jibo ketina kurmên nava rûvikan dibe alîkar. 4- Jibo jana zirav, bron?ît, bêhntengî û kuxukê bi fayde ye. 5- Belxemê tavêje, li hember we?în û ?ikestina por bi fayde ye. 6- Jibo tedawîkirina nexwe?îya nemayîna por û antîsebtîkê tê bikaranîn. 7- Jibo zekem, persîv, difterî, tîfo û hemû nexwe?îyên ji sermayê tên bandorek erînî heye. 8- Jibo valakirin û avêtina avên zik û lingan dibe alîkar. 9- Kevirên masane dixe, pê?îya çêbûnên kevirên gurçikan digire. 10- Bedenê ji hemi awayên pence?êhran diparêze û hwd.
Di derbarê sîrê de Profesor Dr T. Beytop û Marîya dibêjin: “ Nirxê sîrê ya bihêzkirina a?ik û rûvikan, kujtina mikrob û vîrosan zehf giring e. Berî her ti?tî reh û jîyên pi?t, ling, pi?ta çavan, tamarên mejû û hemi reh û jîyan fireh dike; xwedîbûna wan çêtir û kalbûnê direng pêk tîne. Tansîyona bilind dadixe, asta kolestrolê tekûz dike, pê?îya edavên reh û jîyan digire. Sîr sîstema xweragirînê bihêz dike, li hember nexwe?îyan diparêze”.
Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje: “ Di van 20 salên dawîn de li ser sîrê 2.500 an zêdetir lêkolîn û ceribandinên tedawîkirinan li klinîkên unîversîtan û nexwe?xanan pêk hatine. Di encaman de tesbît bûye ku kapsûl, heb, rûn û sîrên xav kolestrol, lipîd, trîglîserît û ?ekir daxistiye. Pê?îya pirtikbûna ( hi?kbûn- girikbûn ) xwînê, hi?kbûna reh û jîyan, tansîyona bilind girtiye”.
Dr.H. Wagner bi 30 bijî?kan di saxtîxaneyên xwe de 261 nexwe?ên kolestrol, lîpîd, trîgliserî 4 mehan bi dayîna sîrê tedawî kirine. Di encamê de nexwe? qenc û saxlem bûne.
Di sala 1981 an de li ba?ûrê Awûstralya, zanyarên Unîversîta Fîlders û Oxford li ser 383 kesên ku zixtê bilind bi wan re heye ceribandin çêkirine. Di 12 kilînîkan de 3 mehan tedawîyên bi sîr hatine kirin. Di encamê de di rew?a wan de pê?deçûnên mezin hatine dîtin.
K.M. Melvîn û ekîba xwe, li Kanada di fakûlta tibê de li ser gellek kesan ceribandinên dayîna sîrê kirine. Di encamê de ketina ?ekir, kolestirol û zixt hatîye dîtin.
Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “ Sîr di hundirê xwe de madeyên antîbîyotîk, ?ekir, esansên dijwar, vîtamîn A, B, C, îyot, kukurt, dihewîne. Bandora wê ya herî giring jibo mirovan bedenê ki?t (zinde) dike. Ji ber ku mîkropkujek bihêz e, bedenê ji gellek cûreyên nexwe?îyan diparêze. Di demên belavbûnên zekeman de hewceye zêde bê xwarin. Hezmê hêsan dike, mîkrobên di rûvikan de dikuje û bedenê ji jahrîbûnan di parêze. Taybetîya wê ya li hember paraztina pençe?êhran heye. Qebizê hiltîne, hemi cûreyên kurmên rûvikan dikuje. Jibo tansîyona bilind ?îfa ye, hi?kbûnên rehan û jîyan hiltîne, xwînê rohn û paqij dike. Sîr reh û jîyên herî zirav jî paqij dike, di wan de gehandina xwînê pêk tîne. Kezîyên (adale) dil bihêz dike û ê?ên dil di demê de hiltîne. Kezeb, pi?ik û bron?an dezenfekte dike. Agir dadixe û jibo kesên dengê wan bikeve sîr tê pê?nîyarkirin. Heke li ser pirzikên baliqbûnê bê danîn, wê wan bi kewîne û ?ûna wan nemîne. Heke bê heri?andin û li ser brînan bê danîn, wê wezîfa antîbîyotîk bibîne. Heke jinên ku ?îr didin zarowan sîrê bixwin, wê tûjatî û bêhn bikeve ?îr, dibe ku zarûk zikê?ê bikeve”.
Kêrhatîyên sîrê: 1- Mucîza sîr û leymûnê. 2- Ekstera sîrê. 3- Sîrav. 4- Tentûra sîrê. 5- Sîre?îr. 6-Sîrên bi rûnê zeytê. 7- Tentûra sîrê ya bi sîrke. 8- Sîrkesîr.
1- Mûcîzeya sîr û leymûn ê: 40-45 diranên sîrê bikutin, 2 lître ava leymûnên nûgiva?tî berdin ser, di qetremîzek devgirtî û bi rojnamê pêçayî di cihek hûnik de 25 rojan bisekinînin ( lê rojê carekê bi?ilqînin). Pi?tî 25 rojan her roj 2 caran nîv qedeh çayê jê vexwin.Ev awa berê ji alîyê alimên Rûs hatiye dîtin. Niha jî li YDA (Yekîtîya Dewletên Amerîka) dest pê kirine. Li gor hinek pisporan ev ?êwe wê di pê?eroja tibê de bibe ?ore?.
2- Kêrhatîyên vê mucîzê: A-) Hemi cûreyên kurmîbûnên reh û jîyan tedawî dike. B-) Kolestrol û lipîdê dadixe, sotina rûnên xusardar pêk tîne, kîloyan tavêje, ?ekir dadixe, î?tahê vedike û nûjenkirina pankirasê pêk tîne. C -) Kevir û xîzên sefra û gurçikan dihelîne, îdrarê diqulipîne, di bedenê de hemi cûreyên peçivîn û eleman hiltîne. Ç- ) Mîkroba bi navê “Helycobeacter Pylorî “ dikuje, kul û brînên di a?ik û rûvikên diwanzdepêçî de bi esehî û teqez tedawî dike. D-) Pê?îya hemi edavên bawîbûnan digire û hemi awayên ê?ên bawîbûnan didamirîne ( kêm dike- dadixe), pê?îya ki?ilgirtina movikan digire û jibo pêkhatina nûbûna wan dibe alîkar, ê?ên wan dibire. E-) Nûbûna sîstema hûcreyên mejû, reh û jîyan pêk tîne, aksîyonên jîy û rehan (sinîran) tekûz (sererast – rêkûpêk ) dike, refleksan zêde dike. Li hember destistan (?êl- felc) bûnê bi fayde ye. F-) Hêza xweragirîna bedenê bi pîleyek (derece) bilind quwet dike, pê?îya hemi cûreyên alerjîyan (taybet ji yên ji sedemên jîy, reh, stres, çerm tên) hemiyan di binî de dibire û ji holê radike. Li hember pence?êhran tevahîya bedenê diparêze.
2- Ekstera sîrê: 1 kg sîr, 5 leymûn, 1 lître av, 1 lître sîrke. Sîrê xwe biqe?êrin û bikutin, bikin qawanozekî, lêmûnan bigivê?in û bi av û sîrkê berdin ser, devê wê bigirin. Di cihek hûnik û tarî de bila 6- 10 hefteyan bisekine. Pa?ê rojê kevçîyek ?êranî jê vexwin.
3- Sîrav: 3- 4 diranên sîr hûr bikin û berdin nav qedehek avê û vexwin
4- Tentûra sîrê: Jibo bron?ît, arê?eyên hezmê, bawîbûn, ê?ên lebatan (organan) kezî, jîy û rehan, tansîyon, jibo pê?îgirtina zû kalbûnê . Jibo her 50 gr sîrê kutayî 250 ml alkola % 70 derece bikin ser, di cihek ji tîrêjên tavê dûr û di nav ?û?ekî devgirtî de 4-6 hefteyan hilênin (lê carûbaran bi?ilqînin). Pa?ê rojê 3-4 caran 10- 15 dilopan 5-6 mehan jê vexwin.
5- Sîrên bi sîrke: 50 gr sîrên kutayî bikin ?û?ekî, 250 ml sîrke berdin ser û li gor dilê xwe berdin nav ?orban û seletan
6- Sîre?îr: 2-3 dranên sîr bikutin û bikin nav firaxekê, qedehek avê ?îrê sar berdin ser û bila kelek bêtê. Pa?ê 10 deqîqan di dema xwe de bihêlin û vexwin
7- Sîrerûn:50 gr sîrê kutayî bikin nav 200 ml rûnê zeytê yê xas, di nav ?û?ekî devgirtî 3-4 hefteyan bisekinînin. Pa?ê 3-4 hefteyan li pey hev rojê 2 caran kevçîyek çayê li ser nan xin û bixwin.
8- Tentûra sîr ya bi sîrke: 50 gr sîrê kutayî bikin ?û?ekî, 200 ml sîrka tirî berdin ser, 3-4 hefteyan bisekinînin (carûbaran bi?ilqînin) û pa?ê rojê 3-4 caran kevçîyek qahwê jê vexwin.
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin