Brazîlya welatek pir xwe?, germ û nerm e. Hem jin û hem jî mêrên Brazîlî germik û nermik, xwîngerm û ciwamêr in. Tu yekê ji wan bixwazi ew duduyan didin te. Tu maçekê bixwazi ew pênc ramîsanan didin te. Tam welatperwer in yanî.
Axir, Brazîlya di warê karnewal, mode û lotikên din de me?hûr e. ?ahîyên ku li wir çêdibin ne tê gotin û ne tê bihîztin. Jinên Brazîlî wek agirê cehnemê germ û wek pembo jî nermik in. Tew sîng û berên wan ji zebe?ên Diyarbekirê xwe?tir in, dendik mendik tune, bê dendik in.
Wê rojê hinek ji jinên Brazîlî derketin kolanan û defîla bincilan li dar xistin. Ji bincilên wan zêdetir, bala xelkê li ser bejn û bala wan û zebe?ên wan bûn. Vê defîla kolanê qûn li trafîka bajêr qetand û trimbêl wek garanê li bin guhên hev ketin. Hinek zilaman di trimbêlên xwe de bi xwe xwe? anîn û fî?ekên xwe teqandin. Tew i xwe hinek kalemêr sekta (qrîza) dil derbas kirin û tirr di wan de nema.
Werhasilî kelam, tesadufî ez jî wek sîxurê Lotikxanê li wir bûm. Lê bi dîn û îman min sîxurî mîxurî ji bîra kiribû, herdu çavên min wek zotka mirî?kê fireh bûbûn û tîrên xwe berdabûn ser zebe?ên wan zaniman. Heta kemyonê li qornê nexist û ez veneciqîm jî, ez çûbûm dinyayek din wellehî.
Ez serê we neê?înim, heger hûn rojek ji rojan hatin Brazîlya bajarê Rîo De Janeîro, hay ji xwe û jinên Brazîlî hebin gelî lotikvanan. Ez vê carê bi saxî filitîm, lê dibe ku feleka we ?a? bibe û hûn berê xwe û trimbêla xwe bidin cehnemê ellawekîl…
Rîo De Janeîro
Wey li heft dê u bavê min be law, weylooo. Yaw ez jî dixwazim bibim sîxurê Lotikxanê u lotikên herî bergîlkî li Rio de Janeire’ê bavêjim gidî. Welle agirpêketiyên Brazilî hezar u yêk tirran ji yên ewropiyan berdidin cîgerlerim. Lê tirsa min ew e ku sayin bashqan niha li ser vê cejna pîroz jî hin rexneyan bike u tirrê ji xelkê bê guneh berde u em jî dîsan dest vala vegerin ser tenura berê. Bi serê memikên xaltîka Fatê be, jibo min chend agirpêketiyên din hewce ne qerdashim u xelas.
Destekan xwesh kak Fernando Peres,
min ji jinên Brezîlî gellek sharazame.
Sed hezar car mashallah…