Serekerkanê artê?a Tirko Îlker Ba?ûg, di axavtina xwe ya vê dawîyê de lotikek qerase li çapemenî û rojnamevanan xist û da bin dûvê wan. Ba?bûgê ku bêvila wî nîv kîlo mezin e, hinek rojname û nivîskarên ku rastîyan dinivîsin û dek û dolabên artê?ê derdixin holê, wek xayîn bi nav kir û zêdeyî bejna xwe xeber da.
Li ser vê lotika bêîman, rojnama Taraf gotinên wî lê vegerandin û nivîsî:“Olan kî xayîn e oxlim? Rojnamevanên ku rastîyan dinivîsin xayîn in, yan yên ku zarokan di ?er de didin kujtin xayîn in?“ û qiyamet rakir.
Ji alîyê din rojnamevanên mîna Zîhnî Çakir û kesên wek wî jî dan bin dûvê Ba?bûg û gotin:”Ehlen we sehlen, serekerkanê ku ji bin xwe ?il, bi ?ik û goman e me wek xayîn nî?an dide ha? Ev ji bo me madalya û payebilindî ye ellawekîl” û tilî avêtin bin dûvê artê?ê.
Werhasilî kelam, rojnamevanên Tirk qû?ê li serekerkanê xwe diqetînin û wek boxê beranan po?an lê dixin.
Birastî yên me çi dikin ka hûn nabêjin?
Yên me jî ha ha êrî?î hikûmeta Kasimpa?alî Receb dikin û rûn li ser nanê Ergenekon û hirç û hovên din dikin.
Êêêêê, kî ba? dike?
Qereqola Mêrdînê
Erqadeshler bi qur’an ergeneguciyên me u yên tirkan peyman bi hev ra chêkirine. Yek bê yê din nabe birê min. Ma cîgerlerim li ciyê ku sher nebe, pêwîstiya kê bi van keleshkofchiyan dibe hi? Yek zikê yê din têr dike babam. Ê de sayin qehreman murîdler herin li herêmên tirkan bajarên wan bi serê wan da xera bikin babam. Lê nakin, ewê nekin jî qerdashim. Chi dibêjin murîd: „Em li gor shert u mercên sherê qanunî sher dikin“. Ma law ji kengê va ye mirov li gor „sherê bi shert u merc“ sher dike hi? Law sher sher e, îca ew shertên zirt u virt chi poxoxlî pox in. Di sher da her tisht ferz e, sherê însanî tune bi îman. Ev jî fîlozofiya tirkan e ku xistiye serê murîdên dema neolîtîk yên kurd u va ye sî sal in bi saya wan murîdan Kurdistan kirin Talanîstan u Wêranîstan filan u fistan.