Dibêjin miftîyê taxa Sariyer a Stenbolê Dr. Ahmet Duran, ji ber sextekarîyê hatiye girtin û berê wî dane qulika hepsê.
Dibêin xwedêgiravî miftî efendî û çend mela û sofîkan dest dane hev û dest bi çêkirina fatûre û belgeyên sexte kirine, dewleta virqo bi 100 hezarî xesirandine. Pi?tî ku miftî efendî ji „Umrê“ yanî ji hecê vedigere, polîs li balafirxanê bi qerpika stuyê wî digrin û tirrê jê berdidin. Niha rebeno di hepsê de ye û tizbîya xwe virde wêde dihejîne.
Ez serê we neê?înim, ji generalan bigrin heta bi wezîr û kizîran, ji eske rû polîsan bigrin heta bi karmendên postexanê, ji pisîk û mi?kan bigrin heta bi dîk û mirî?kên Tirkiyê dizîyê dikin, bertîlê dixwin û xurcika xwe dadigirin. Lê miftî, mele û sofî?
Miftî û meleyên ku xwe wek berdevkê ol û dîn dibînin û qa?o gerek nehingivin malê heram, ketine nav karwanê diz û bertîlxuran û lotikekê li „heram û helalbûnê“ dixin.
Êêêêêê, ev dinya bûye dinya zikmezinan qurban. Kesê ku li vê dinyayê zikê xwe têr û mezin neke, bawer bikin wê li axretê jî jar û perî?an û li ber dîwaran bin ellawekîl.
Ê helbet canim, ma miftî efendî ji Ey?ika Ereb e law? Ma yê xelkê can e yê wî bacan e? Ma bertîl û dizîyê jî neke wê rebeno çawa têr bixwe? Wê çawa mesrefa çûn û hatina hecê bide, wey!
Neyse, heçê here masîyan wê qûna wî ?il bibe ha miftî efendîîîîîîîî!
Stenbol
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Aldarê me got: Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe