DE HÛN JÎ DILÊ XWE REHET KIN

Carna mirov nikare  xwe zevt bike, ji devê mirov çêr (dijûn-qise-xeber), wek çemê Feradê nifir  diherikin. Dijûn, nifir  carna ji  kêfê, carna ji hêrsê, carnan  jî ji mecbûrî tên kirin. Çêr, dijûn kirin jî ne karê her kesekî ye. Hinek wisa xwe? li hev tînin, dijûnên wan, nifirên wan wek stranek xwe? tê guhê mirov.

Dijûn û nifirên mêra an ê jin dikin jî cûda ne. Mirov dikare bibêje ev jî edebîyatek e,  hunerek e, her kes nikare bihûne, li hev bîne û bi bandor bîne zimên. ?erm be jî rastîyek jîyanê ye, nayê înkar kirin. Ji ber vê ye dibên “ filankes wisa xwe? dide çêra an wisa xwe? nifira dike  mirov ji kena dimire “. Gelek kes bi çêrên xwe an bi nifirên xwe tên naskirin an jî bi wî awayî navdar bûne .

Car heye çêr an nifir dibin sedema pêvçûnê, hev birîndar kirinê an jî ku?tinê. Di klamên dengbêjî de jî cîh girtine mixabin ! “ Filankesê deng li bêvankesê kir û got, min çîyê te çawa kiro…. “ An jî “ Tu peremperçe bibî, la?ê te bibe xwarina teyr û tilûran..” Mirov lêkolînê bike, di wêjeya devkî yan nenivîsî de gelek mînakên wisa hene.

Di çêr kirin û nifir kirinê de nêt gelek girîng e. Ku bi henekî hatibe kirin nabe sedema dil ?ikestinê. Bi hev dikenin û dilxwe?î dom dike. Kêfxwe?î herdem bi ciddî jî naçe ne  wisa ? Ev bûyer di dawetan da, di ?ahîyan da gelek car tê jiyîn.

Kurd  wextê zilm û zorê ji dagirkeran dibînin,  ji destê wan ti?tek nayê, dilê xwe bi nifiran an jî bi dijûnan rehet dikin. Hinek nifir û dijûnên wan kesanedîtî ne. Ku wisa jî nekin wê  biteqin ellawekil.

De werin em  jî hinekî bidin çêran û hinek nifiran li van dolheramên ku dest dane ser welatê me û jîyan li me ?êlû kirine ,bikin …

 Çend çêr (dijûn) û nifirên  bêsînor :

“ Bendê te ji qata asîmanê hefta bê qutkirin “

“ Kevir bi ser te de bibare “

“ Agir bi mala te keve, pi?înga te nefilite “

“ Kezeba te  re? be, qul qulî be “

“ Çûyîna te hebe hatin tunebe “

“ Xwedê kasika xwarina te deverû bike “

“ Tu hewcedarê nanê parsê bî, ew jî nebe para te “

“ Ez di pozê (difn) bavê te nim “

“ Ez xirê xwe bikim quzê kerê, jê derxînim  bikim devê bavê  te “

“ Ez gûyê te di devê bavê te kim “

“ Agir bi te keve av tunebe tu biwemirînî “

“ Ez di pi?înga ber tenûra te nim “

“ Tu razê qet ?îyar nebî “

“ Te benî?tê xwe cûtîye û bi ênîya xwe ve kirî ye “

“ Derewên te bibin  golik bi pey te kevin “

“ Te xêr e, wek kera dizirî “

“ Balîfa te  kevir be, xwarina te girar be “

“  Nanê tisî  nebe pejka te “

“ Dû ji dûkê?a  te bilind nebe “

“ Mala te bibe warê mi?k û maran “

“  A?ît bi ser te de were “

“ Doxîna te girêhi?k be, tu bi xwe de birî û  bimîzî “

“ Te dawa xwe avêtîye ser serê xwe “

“ ?a?ika serê te bibe mar li qirika te biale “

“ Kûçik di devê te û heftêûheft bavê te de birî “

“ Ezê rêxa garana gund di te dim “

“  Ezê serê bavê  te di qûna te kim “

“ Pêxember hilde ço bide pey te “

“ Qûna te elimîye tirra nikare fisa bike “

“ Mar bikeve tûrikê te “

“ Stûna konê we hilwe?ê “

“ Dûpi?k bikeve kewara ardê we “

“ Tu gû dixwî gûyê birincxwiran bixwe, gûyê gûxwira nexwe “

“ Xanîyê te bibe warê pepûkê “

“ Ezraîl li ser singa te  be, destê wî di qirka te de be “

“ Xwîna te kûçik naçelpîne “

“ Qûna te qûna mirî?kê ye, lê tu hêka qazê dikî “

Kurdistan

About The Author