Pismamên me li Pakistanê hatin dîtin

Wek hûn zanin, insanetî û ?aristanî ji Kurdistanê belavî dinyayê bûye û Kurd bavê insanetîyê ne. Ev di Tewrat, Zebûr, Incîl, Quran, Mishefa Re? û di Pirtûka Sor a Lotikxanê de jî bi delîl û belge e?kere bûye.

Werhasil, ez dûdirêj nekim û serê we wek ?orba nîskê nekelînim.

Pi?tî lêkolînek dûr û dirêj, sîxurên me yên li Hindistan, Afganistan û Pakistanê dan dû ?opa Kurdên ku hê ji dema Kawayê Hesinger û Ristemê Zal ve li van herêman mane. Lêkolîn û ?opgerên me di navbera sînorê Pakistan û Afganistanê de xwe gihandin pismamên xwe yên Kurd û lotikek qirase avêtin.

Pismamên me yên ku ji wan re “Kele?î” tê gotin, ji me re e?kere kirin ku ew ji dema Ristemê Zal de li vê herêmê asê mane û têkiliya wan û Kurdên din ji hev qut bûye. Kele?ên me bi ?e? telaqên jin û mêr berdanê sûnd xwarin ku esl û peslê wan Kurdên Arî ne û bapîrê wan ?erê Îskenderê mezin kirine, qûn li Îskenderê Makedonî qetandine û wek mirî?ka gêj anîne serê wî û artê?a wî.

Ez serê we neê?înim, zimanê Kele?ên me Kurdî ya kevnar e, lê pir xwe? tê fêhmkirin. Çawa ku Kurdên me yên dew?îrme Tirkî,Erebî û Farisî dixin nav zimanê xwe û namûsa zimanê Kurdî dikin bexdûnis, Kele?ên me jî gotinên Pakistanî û Afganî dixin nav zimanê xwe û zimanê xwe pê dixemilînin. Lê dîsa jî Kurdîya wan tê fêhmkirin û bi namûs, Kurdîya wan ji Kurdîya gellek nivîskar, rojnamevan, romannivîs û siyametmedarên Kurd xwe?tir û zelaltir e.

Nifûsa Kele?ên me nêzîkî 5-6 hezara ye. Ji ber ku dev ji ola xwe ya kevnare bernedane,  bi salan ji alî hinek sofîk û mofîkên qûnek ve wek “Kafir” hatine gunehbarkirin û ji herêma wan re gotine “Kafiristan”. Herêma ku ew lê dijîn  di sala 1895an de ji alî Mîrê Afganistanê Abdurrahman Xan ve hatiye dagîrkirin û navê wê bûye “Nûristan”.  Pismamên me debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dikin û heta niha jî kêf kêfa wan e.

Kele?ên me bi rêya Lotikxanê silav û kulavên xwe ji Kurdan re di?înin û çavên wan radimîsin.

Pakistan

About The Author