Li bajarê Culemêrgê Brahîmê Mîrê, hem ji alîyê dewlemendbûn û
mêranî, hem jî ji alîyê gotinlihevanînan de gelek navdar bû. Sal 1971 dema pi?tî beyankirina îdara ûrfî bû.
Rojekê eskeran di nava sûka Culemêrgê de jibo hêz nî?andan û çavtirsandinê bazdidan û slogan tavêtin. Her kes derket ber derîyê dikana xwe, li wan dinêrt û ji tirsan direcifîn û nikarîbûn ti?tekî bêjin.
Dema ji ber derîyê dikana Brahîm borîn, slogan avêtin, pîyê xwe li erdê xistin û
toz rakirin. Brahîm derket ber derîyê dikanê, di ser wan de qîrîya û got: “ Ne xeywan gîbî baxirib toz qaldirîyorsuniz oxlim” ( çiye hûn wek heywanan diqîrin û tozê radikin kurê min).
Carekê wezîrê hundirî tê Culemêrgê. Walî û hemû giregirên dewletê û ?ênîyên Culemêrgê berhev bûne û guhdarîya wî dikin.
Brahîm hema derdikeve hemberî wezîr û jêre dibêje: “ Sayîn baqanim, ne olir bizim walîyî deyî?tîrmeyîn burde qalsin lo ( çi dibe hûn walîyê me neguherin, bila li vir bimîne lo).
Wezîr: “Valînîzden çok mu memnunsunz? ( Ma hûn ji walîyê xwe zehf razî ne?)
Brahîm: “ Sayîn baqanim (wezîrê birêz) o bu memleketî yixtî, ba?qa yeri yixmesin ( wî ev cih xirab kir, bila cihekî din xirab neke).
Wey mala te ava Bavê Ronahî. (Belê belê mala rêvebirên Lotikxanê jî ava.. Dê dest re eciz mebin/hêrs mekevin heyran..!) kekê ew çi pêkenokên xwe$ik in. Rastî dema min ew xwend in, bo ku kenîyam min nekarîya binivîsim, edi kena min ku qedîya min nivîsand.