Bahlûl û Muhsin Camêr!

Muhsin xwedêgiravî Camêr!                         

 Erdoxanê te li vir çi dike oxlim!

Dibêjin carekê Bahlûl du bîstanên zebe?an çandin, yek ji xwe re û yek jî ji Xwedê re. Xwedê jî, bîstanê xwe her zebe?ek kir wek zebe?ên Amedê, ewqas mezin, ciwan û bedew û yê Bahlûl jî zebe?ên wî kirin wek ?imamokan, kurmî û alqoskî.

Dema feqîrê Bahlûl diçû nav bîstên û li zebe?ên xwe  û yên Xwedê dimeyzand, hema agir bi kezeba wî diket û ji xwe re digot: Hey malnexerabo ma min qencî bi te kir, te jî xerabî bi min kir? Em zanin ku te got tûj, tuj e, lê ma bi vê ecêbê law!

Bahlûl rabû bi ?evê çû diziya bîstanê Xwedê, Xwedê jî milyaketên xwe ?andin, bi zixur û tepiskan bi dû Bahlûl ketin. Kir û nekir xelasya xwe ji destên wan nedît, fikirî û ji xwe re got: A ba? ew e ez biçim xwe bavêjim mala wî (mizgeftê), ma qene wê bê mala xwe ji bo zebe? bi ser min de xera bike wîî! Reviya û ket mizgeftê, lê milyaketan dev jê bernedan û çûn li jora mizgeftê di hindurê bixêrîkê re zixur avêtinê.

Wî jî berê xwe dabû qula bixêrîkê û bang li Xwedê dikir: De mala xwe xera bike loo, ji bo zebe?ekî mala xwe xera bike loo.

Di vî halî de ma heta berbanga sibehê. Dema melayê gund hat mizgeftê ji bo nimêja sibehê, dît hema hawar hawara Bahlûl e û dibêje: De mala xwe xera bike loo!

Mela: Kuro ev tu ji kê re dibêjî ?

Bahlûl: Ez ji Xwedê re dibêjim

Mela: hey kafir! Tu fedî nakî? Tu ji Xwedê natirsî? Ev tu çima wilo dibêjî?

Bahlûl: Çima ma qey tu li ser Xwedê dixeyidî mela?

Mela: pekk! Erê welleh ez dixeyidim û sed carî jî dixeyidim!

Hema Bahlûl li melê nerî û gotê: Ez bi wê ?a?ika te kim mela, heger niha Xwedê kesm û fesalek xwe?ik daba te û tu li ser wî bixeyidiya heqê te hebû yabo, êne tu li bejn û bala xwe nanerî bê tu çiqas bi keys û fesal î?

Mesela min ne Bahlûl e, ne zebe?ên Amedê ne û ne jî xiyarên Qendîlê ne. Lê doh min gotarek kakacan Muhsin xwedêgiravî Camêr xwend ku tê de sipasiyek taybetî bi navê xwe û bi navên Kurdistaniyan ji Erdoxan Beg re ?andibû. Ne tenê sipasî jî, lê belê gelekî pesnê wî dabû, hema hema ew kiribû ?êr û kevoka a?îtiyê loo!

Çima ku tirro xwe li ser Xezayê aciz kiribû û lotikek Îstembolî li wan pepûkên yahûdiyan xistibû!

Ê law ez jî wek Bahlûl vê dibêjim: Kakacan, eger bejn û bal û riwekî xwe?ik li ser te bûya û te pesnê Erdoxan bidaya, welleh heqê te hebû babam! Lê oxlim li xwe binere û dûvre jî li Erdoxankê xwe binêre bê ka li wan çiyan î? û karê wî çiye, îca jahra pênûsa xwe li kaxezê de! Ma li Xeza mirov hene û li wan çiyan pîr-ebok hene hêê?

Bi qesema navê xwedê, em carek din van gotinan ji te bibihîzin, emê te bidin ber lotikan ta ku te bê dîn û îman bihêlin!

Kurdistan

About The Author