Zemanê berê kî kurê xwe bizewicanda gustîlek û çend zêr ji bo xelata bûkê dikire bêrîka xwe, gund bi gund digerîya. Bi salixên dost û nasên xwe û bi dîtina xwe, dergistîyek xelat dikir. Remo jî bi vî armancê dibe mêvanê malekê.
Sibê bavê keçika xama ji bo dîtina Remo ji keça xwe re dibê: “ Qîza min, ka biçe ji kanîyê avê bîne em pê dest û rûyê xwe bi?on. “ Keçik fêm dike ku mêvan Remo hatîye xwazgînîya wî. Destîyê xwe hildigire diçe ser kanîyê. Beybûna di qûleteyna (kurn) kanîyê de dibîne û dikeve xeyalan. Gelek dem derbas dibe keçik nazîvire malê.
Bavê keçikê ji pîreka xwe re dibê: “ Jinik, ka here binere keçik çû û nehat, çima gelo ? “ Dayîka keçikê diçe, bala xwe didê waye keçik rûni?tîye û li ser kanîyê digirî.
– Keça min xêr e, tu çima digirî ?
– Dayê tu wê beybûna di nava delavê de dibînî ?
– Erê ma çi bûye, ew beybûna avê ye “
Keçik yekcar digirî û dibê:
– Hew dayê pepûkê ! Ezê mêr kim, ma wê zaroka min çênebe ?
– Erê.
– Emê bên serdana we, wê zaroka min bê ser kanîyê vê beybûnê bibîne û biçe ku biçine !..
– Êêêê!
– Lê îcar go di avê de bixeniqe!..
Dayîk jî dest bi girî dike werhasil.
Bavê keçikê mereq dike ji Remo re dibê: “ Heyran tu rûnê, hela ez biçim mêzekim li ku man, nehatin “ û ew jî diçe ser kanîyê.
– Hûn çima digrîn we xêr e ?
– Wî mehrûmo! Hal û mesele ev (…) te fêm kir ?
Bav jî dest bi girî dike. Remo dinere waye kes nayê, ew jî diçe ser kanîyê. Jê re meselê dibêjin wesselam…
Remo dibê: “ Hûn bi malbatî bêhi? in, ez di hi?ê we de bimîzim! Ez po?mam bûm keça we naxwazim. De bi xatirê we. “
Mesela me Kurdan jî wisa ye. Hîna welatê me çar perçe ye û di destê dagirkeran de Kurd dîl (hêsîr) in. Ji niha ve hinek kes xewnan dibînin û dibên: “ Axayê Kurdan, serokê Kurdan ez im.”
Law ka hela tu berê bi rew?ek Kurdewarî û bi rûmet têko?îna vî gelî bide bavo, pa?ê doza ti?teki bike bavê min, wey!
Xwedê hevza merin ji we bike…
Xalê me Ehmed vê carê bi dest û lingan da navê
Gideon Saar 72 horî misoger kirin
Em Kurd çi dixwazin?