?ekir Tatlî muxtarê gundê Silehîyan e. Meleyê gund jî
ji xwe re deh?ikekê dikire, ew deh?ik mezin dibe û ew jî dibe ker.
Havînê mal diçin zozanan, li mêrga zomê dibe ?erê kerê muxtar ?ekir û mele.
Kerê mele devê xwe dike qirika kerê muxtar û dixendiqîne (dikuje)
Muxtar jî jibo bedela kerê xwe ji mele bistîne, bi heyeta xwe diçe
mala mele û doza kerê xwe lê dike.
Mele hema ji jina xwe re dibê:“ Xanim, ka wê kitêba keran bîne da em binerin di heqê ku?tina keran de çi dibêje.”
Mele kitêbê vedike û dibê:“ Bismillahî rehmanil rehîm, qul auzel bî rebel
feleq (eve felaketa serî ye ) Min ?eril ma xeleq ( ma min gotîye ?er bikin)
We min ?erel wesiqîn izaweqet ( ker, keran bixendiqînin bedela wê nayê
dan ) sedeqallahûl azîm.”
Li ser wê yêkê muxtar diçe li gundên derdorê digere û kerê herî ?erker dikire, tîne gund.
Pi?tî heyamekê gundî kerê mixtar û kerê mele bera hev didin, lê vê carê kerê muxtar kerê mele dixendiqîne.
Mele tê bedela kerê xwe bixwaze.
Muxtar ji jina xwere dibê: “ Xatûn, ka wê qanûna keran bîne, ka em binerin di derbarê ?erê keran de çi dibêje.”
Mele çawa navê qanûna keren dibihîze, dibê:“ Estexfûrûlllah, estexfûrûllah” û bêyî ku xatir bixwaze radibe diçe.
Muxtar li pey wî diqîre û dibêje: “ Dê here yasîn û fatîhan li ser kerê xwe bixwîne qûndehhhhh!”
Mamoste, saet xwe?. Bi rastî jî, kalo mizawir e û guhên wî dilivin.
Spas ji bo vê pêkenokê û serkeftin…
Mamoste, çend pirsén min hene ji te re.
* Gelo ew kitéba keran li kuderé ye?
* E Qanûn ji bona kerén 2 nig jî derbas dibe?
Ji ber kû li cem me kerén 2 n?g pir hene.