Rew?enbîrê me û kêra Erebê qûnre?


 Yekî ciranê me heye tirro xwendevan e, wa tê xuyakirin ku bavî wî kesekî pê?ketî û ?ore?ger bû (ez bixwe ji nêzîk nas dikim, camêr Kurdperwerekî ji dil e). Wî jî bi tesîra Yimaz Guney , navê kurê xwe xistîye YILMAZ.

Di xeyala bavê Yilmaz de ku kurê wî wê bibe wek Yimaz Guney, wê bi aqil be, mêr be, nî?ancî be, camêr be, xwedî soz be, qehreman be, beremberî zordaran be, heqê bindestan biparêze, sosyalîst be û filan û fîstan.  Werhasil, çi cewherê ku di Yilmaz Guney de hebû qa?o wê di kurê Ismeto de jî hebûya. Ez di wê bîr û bahwerîyê de me ku her Kurdek di xeyala xwe de dixwaze kurên wan wek Yimaz Guney bin. Lê gotinên pê?îyan dibêjin: “ Li rengê hinarê nenere, nava wê muhîm e“. Gotinek dî:“Kur ji bavê pêsketîtir e“. Ez dibêjim gotina dawî ji bo Yilmaz derbas nabe.
Ismetê Xanikî di wî wextê xwe de, navê kurê xwe dixe Yilmaz ku sembola rew?enbîrî, azadî û serxwebûnê bû. Lê bi ser ku ku Yilmazko zankoyê dixwîn e jî, tu hi? û mêjiyê wî tuneye.

Bê çima?

Doh na pêr, Kurdekî ba?ûr ku ji gundekî hatiye, bi tu zimanî nikare bixwîne û binivîsîne (bibihurin, ne ku li wî camêrî heqaretê dikim.Dijmin wa kirîye) sê kurên wî hebûn hê sinet nebûbûn. Radibe dibake hekimekî Ereb, lê hekîm jî hekîm e haaa, heta nuha deh doz ji bo sinetê lê vebûne. Yanî kêrê xelet dide kîrê zarokan û salekê dîploma wî jî îptal kirine. Telefonê ji Yimaz re divekê û dibê: “ Ma kurê xwe sinet nake?“ Yimazê ciranê me hema dibê: „Belê“ û dibake (bang dike) Ruhnî. Ruhnî ne li mal e, bi hevalê xwe re ji xwe re dilîzin. Hayê Ruhnî  ji bayê felekê tune. 

Yilmaz li ereba xwe ya opel siwar dibe, zikak bi zikak li Ruhnî digere. Werhasil Ruhnî dibîne, wî tavêje erebê û dibe mala destebirakê xwe yê ba?ûrî û wî sinet dike. Min vîdeoya wî dît. Ruhnî dirêj kirine, yekî wek berazekî xwe berdaya ser milê wî û qareqara Ruhnî ye. Ruhnî ti firseta wî tune biereve, wek kîro?ka ku têkeve nav lepê tajî lê hatiye.

Law Ismeto, wey pepelûka Xanikê bi serê te de birije!

Wey çil’ên ?ikeftên Marînê bi serê te de zelq bikin ku te navê kurê xwe xist Yilmaz! (Xaltika Fatê, ez di bextê te de tu kerê me Yilmaz ji min ra tercume bike).

Kuro Yilmazko,  qa?o tu xwendevanê zanko ye, tu li Ewrupa ye, doxtorê te yê malê û nexwe?xanê heye, te çima ew ezîyet da Ruhnî oxlim?

Niha rebenê Ruhnî di nav ciya de ye û ji ber ê?a kîrê xwe dike hawar.

Lê çi cara ku mîzoka wî dê?e, dike qêrîn û dibê: „Ez kîrê xwe bixim quzê dêya Ereban!“

Ruhnî, ez ?îfa xêrê ji te re dixwazim law.

Hema ji dêvla min jî têxe dêya Ereban û xelas.
Apê te
Nanxwerê Cilqetên 

Danîmarka

About The Author