Mixabin em Kurd li tiştekî xwe xwedî dernakevin. Xwezî bi wê roja ku Kurd jî wek Cihûyan netewperest bin û xwedî li her ferdekî netewê xwe derkevin.
Cihû alîkarîya her ferdekî cihû dikin. Israîlî naçin li aşxana yekî Ereb xwarinê naxwin, ji dikanên Erebên qûnreş tiştekî nakirin da ku perên xwe nedin dijminên xwe û wan pê dewlemend nekin. Lê karin 100 kîlometro herin li aşxane yan li dikana yekî cihû xwarinê bixwin û tiştên xwe ji cihûyan bikirin. Çimaş Ji bo ku yê cihû dewlemend bibe û nebe parsekê xelkê.
Lê em Kurd çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe dikin?
Em jî li vajayî cihûyan, em ji Kurdan tiştekî nakirin ji bo ku Kurd dewlemend nebin û em diçin perên xwe didin dijminên xwe, ji aşxane yan ji dikanên wan malê xwe dikirin. Ji ber ku hê em wek cihûyan nebûne netewperest û ew şexsîyeta netewî bi me re çênebûye, em zikreş, zimandirêj, hesûdî û dijminatîya hevdu dikin, kurtanê kerên dijminên xwe ji ser pişta xwe danaxin.
Werhasil, mesela me li ser rojnama Rêya Teze û daxuyanîya gerînendeyê wê Grîşayê Memê bû.
Berî çend salan ez çûbûm serdana rojnama Rêya Teze û xebatkarên wê. Bawer bikin teknîka ku ew pê rojnameyê derdixin li Afrîkaya birçî jî tuneye. Xebatkarên wê bi zikek têr û yek birçî rojnameyê derdixin û xizmetê ji zimanê Kurdî re dikin. Rêya Teze ku ev 80 sal in di xizmeta zimanê Kurdî de ye, ji ber kêmînkanî û tunebûna derfetên aborî, wek mirovê seqet dikule, wek brîndaran ji kezebê dinale. Tunebûn xirabmalî ye û elhemdulîllah em Kurd jî tu karekî pîroz bi xirrê xwe nahesibînin, qîmetê nadin tu tiştekî.
Grîşayê Memê di daxuyanîya xwe de bang li Kurdan dike ku alîkarîya rojnama Rêya Teze bikin û wê bi tenê nehêlin. Her çiqasî çend caran hinek kes û dezgehên Kurd alîkarîyek piçûk kiribin jî, lê mixabin Kurd di xwedîlêderketina rojname, hunermend û gellek nirxên din de sersar, xemsar û ne xîretkêş in.
Gerebêtê Xaço bi salan xizmeta stran û muzîka Kurdî kir. Rebeno di nav belengazîyê de mir û belkî kes bi mirina wî jî neêşîya.
Gerebêt carekê gotibû:”50 milyon Kurd nikarin xwedî li min derkevin”. Birastî ev gotin ji bo kesên xîretkêş ji derbên keleşkof û şûr û xinceran jî girantir e. Partî û dezgehên ku qaşo ji bo Kurd û Kurdistanê derketine rê, ji xeynî mirîd û sofîyên xwe alîkarîya tu hunermend û dezgehek din nakin. Yan hûnê qûnalêsên wan bin û bibin mirîdên şêxên wan, yan jî qîmetê te û pîvazek xerabe li cem wan wek hev e. Tew ji xwe hikûmeta başûr ku xwedêgiravî hikûmeta Kurda ye, bi qasî ku alîkarîya şîrketên Tirkan dikin ji %1 ji wê alîkarîyê bi Kurdên din re bikira, belkî rojname, hunermend û dezgehên me ji birçîna nedimirin û rezîl nedibûn. Lê mixabin ji berê de bav û kalên me dibêjin “Geyayê hewşê tehl e”.
Werhasilî kelam, rojnama Rêya Teze hewceyî alîkarîya we ye gelî Kurdên xwedî wîjdan. Hema mehê mirîşkekê nexwin, perê pakêtek cigara Marlboro ji Rêya Teze re bişînin dîsa wê xêrek ji we re bê nivîsandin.
Bawer bikin rewşa Lotikxanê jî ji rewşa rojnama Rêza Teze ne baştir e. Xwezî perên me hebûna û me alîkarîya Rêya Teze bikira. Lê hêvîyek me tenê heye ku ew jî zewaca xaltîka Fatê û stendina qelenê wê ye. Heger rojek ji rojan me xaltîka Fatê zewicand û me qelenek baş ji xwazgînîyan stend, bi soza mêrên berê emê temamê qelen û xelatan ji rojnama Rêya Teze re bişînin.
Soz!
Pîrkemal
Başçawîşê Lotikxanê
Ji bo alîkarîyê emaîl û telefona Grîşayê Memê ev e:
E-mail: midia@netsys.am
Telefon: 0037410 529612 û 003749 3331545
Kekê Pîrkemal gotinên te ji sedî sed rastin û tu ji vir heta asîmana mafdarî lê derheqa zewaca xailtika Fatê de ez tevi fikrê te nînim. Em nikarin qelenê wî bidin ti?tên wilo milo. Ji buy axreta xaltika xwe emê qelenê wi bidin sîyasetmedarên Kurda bila biçin beyta lale? bibin hecî ku nikaribin derewan bikin te go çi ba?çawî? ihi:)
Rêzdarên Kurdewar.! Gelo ew rojname ya ku bi Kurdî we$ana xa (xwe)dike yê Ûrrisan/Rusan e.? Ka ba$ li wê wêneyê binêrin, gumane ew wêne ne yê Barzanîyê nemir e ne wusa.!? Mala minê. 80 sale ku gelê Kurd bi wê rojnamê perwerde dibe he.! Tewww
Gelê xandevanên Lotikxanê.! Dibe ku wê demê bi suretên rusan ra jî rojname derketîbe, lê îro ne hevce ye ku em wî wêne/suretî Kurdan bidin berçavê Kurd û Kurdistanê. Ma ew suret, suretê rêberê me ye.! Gelo ji me re çi mirovên bîyanî.. Edî dev jî pesna bîyanîyan berdin, berê xa (bi her awa yî) bidin Kurdewarîyê.!
Hay ez gora te bibim yabo. tu tili dai li ser rasti.ma gidi kurd nema?derd u qulà dilè mi evi.cima kurd ,kurdevar nabitin?li ser chasti li serme tunè, li ser merxasi li ser me tunè.me ci simbel qeytani,qurè bav u daikan dan bo axa KURDISTANA MUKKADES.de verè li ser me bigeri ey rixen kurdiyati u netev.cendin u cendin qiz u lawan bo te gori but ey AZADI.ey kurd edi besè tu serè xwu da kireciyèn ne ba§.bla li mulkèn kurdan kurdiyati bijit.BIJI KURD U KURDISTAN .
bira partîyê me alikarî bidin yabo.di seride bdp.hebekî hindik bixwun u hun sax lo…
Hinek kes di dewatan da bi sedan dolar û euro ser serê bûkê da dire?înin û dolarekê jî nadine Rya teze. Hinek kurd diçin Afxanistanê di refên El-qeydayê da ?er dikin û tên ku?tin. Ji wan kesan yek gurçikeke xwe bifirota, perên wê bida Rya teze, wê him rojnameya kurdî bijîta, him jî ew ne dimir. Hinek tirk dibêjin zimanê kurdî tune. Em dikarin ji wan ra bêjin: lawên dêlikan, lê rojnameya Rya teze çawa 80 sal e derdikeve. Îro kurd li ser konfêransan, dawetkirina mêvanan bi hezaran dolar mesref dikin, lê xema wan ne Rya teze ye. Hinek kes xwedî pereyên pir in, li dû navên xwe dikevin. Em ji wan kesan ra dibêjin: sponsorîya rojnameya Rya teze bikin, wê navê we di her hejmarekê wek welatparêz bê nivîsar û navê we wê di dîrokê da bimîne.
Hêvîdar im çend camêrên wisa peyda bibin û bi berpirsyar ra bêne girêdan.
Silav – Elîcan
weylu üstad ka awqas xiret t? d?bini em n?kar?n her?n ser sanduqa dengéxwe b?d?n ma wéçawa pere b?d?n t??ki d?n béje ewe rastibu tahle j?mere h?nek d?rewan b?n?fsine em béj?n efer?m ew demu hemu kat l?te ba?be azd b?ji.
Dest sax mamoste. Bi rastî jî, nivîsareke ba?, xwe? û hêja ye ku her kurdê xwedîxîret bixwîne.
Li gel silavên Devlikenî…:)))