EZ JI BER DEW REVÎYA ME

Li bajarê Cûlemêrgê mala Hecî Fethî xwedî pez, erd, zozan û dewaran bûn. Ehmê Hecî Fedhî jî li gund bi çinîna giya, xwedîkirin pez ü çûna zozanan heta 60 salîya xwe mijûl dibe. Kêm caran dihat  Cûlemêrgê. Bajarên din jî dema çûbû eskerîyê dîtibûn. Lê dema ?erê çekdarî dest pê kir, Tirkan  be?ek erdê wan bi awayekî ji wan û gundîyên wan kirîn û tabûra eskerîyê lê danîn.

Pi?tî danîna tabûrê, Apoyîyan xwe kirin nav pez û nêzîkî tabûrê bûn û dan ber arpîçan. Li ser wê bûyerê, Tirkan jî pezê gund hemi bi teyaran gulebaran kir.

Gundê wan û gundên derdorê hemi bi zorê ji gundan derxistin. Ehmê jî mecbûr ma, gund terikand û hat Cûlemêrgê.

Lê hinek zarok û brazîyên wî û brayê wî yê mezin çûn li Îzmîre cîhwar bûn.

Ehmê jî rojekê diçe Îzmîrê  serdana wan. Li îzmîrê zarok rojekê wî digirin dibin ku li bajêr bigerînin. Dema di sûka Îzmîrê de digerin, mirovek dike qîrîn û dibêje: “ Werin dewê taze, dewê zozanan” û her diqîre.

Ehmê hema li dewfiroj vedigere û dibê: “ Kuro kîrquz de, ne ez ji Çîyare?kê ji ber dew revîya me kurê kerê!”

About The Author