Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera ?îatîyê de ola Zerdû?tîyê ji nû ve vejîne, Harûn Re?ît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew ti?t bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman tev digeriya.
Ji ber ku xwe bi dînîtî danî û her kes jî bi dînîtîya wî bawer bûn, Harun Re?îd ê zalim ew efû kir û li cem xwe hi?t. Têkilîyên wan wisa pê?te çûn ku êdî herkesî Harûn û Bahlûl bra dizanîn û digotin Bahlûl brayê Harun yê biçûk e. Niha jî di wê bawerîyê de nin û dema behsa Bahlûl tê kirin dibên “ Bahlûlê brayê Harun Re?ît wiha kir û wiha got”Lê rastîya wê Bahlûl Kurd e û Kurdê Hewreman e. Harun Re?ît jî Ereb e û Ebasî ye.
Gelek pêkenokên Bahlûl hatîne dizîn, Ereb, Tirkan û farisan ji bo pêkenokvanên xwe kirine mal û xezîneya çanda xwe pê dewlemed kirine. Yek ji wan pêkenokan ku Tirkan ji bo Mele Nesredîn ê xwe kirine mal ev e.
Bahlûl ji bo meha rojîyê dîskek/cer datîne cîhekî û 30 keviran dike nav û her roj pi?tî fitarê kevirekî jê derdixe da ku bizanibe çend roj remezan mane. Dema Harûn Re?ît an jî camêrek din jê dipirsî “ çend roj remezan mane?” wî digot: “Ka ez biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çendroj mane”.
Bahlûl diçu kevirên di nava dîskê de dihejmartin û ji wan re digot hinde roj mane .
Rojekê ku Bahlûl kevir ji dîskê derdixe, kurê wî dibîne û ji bo muqelîtî herdu lepên xwe tije kevir dike û tavêje diska bavê xwe. Di heman rojê de hinek ji Bahlûl dipirsin ka çend roj ji rojîyê mane?
Bahlûl dibê: ”Ka ez berê biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çend roj man e”.
Bahlûl diçe mal kevirên nava dîskê dihejmêre tam 120 kevir di dîskê de nin. Tê cem wan mirovan û ji wan re dibê: “45 roj mane”.
Dibe pîqêna wan, dikenin û dibên:” Malava Bahlûl, ma ne remezan hemî 30 roj in, vêcar 45 roj ji kur derketin?”
Baklûl:” Kuro ne min ji bo we kêm gotin, li gor hisabê keviran 120 roj bûn”.
Îcar çanda Kurd bûye malê dizîyê. Tirk, Ereb û Ecem li vî malê bêxwedî xwedî derdikevin û xezîna xwe dadigrin, bi xêra çanda Kurdî ji xwe re sermayê çêdikin.
Û Kurdên me?
Kurdên me jî qîmetê pîvazekê bi vê çanda dewlemend nadin û tew bi ser de jî ji dijminên xwe re dikin mal.
Îcar ma ev bû!?
Bavê Ronahî,
gelek spas ji bo vê nivîsê lê ji bo ku em bikaribin Behlûl yê xwe hesêb bikin hin delîl û chavkanî pêwist in. Qurban de ka heke li cem te hene chavkanînan destnîshan bike û te elaq jê nebî.
Ha ji xwe tê gotin ku Xoce Nisredîn jî kurdekî Dêrsimî ye….