Li Wanê bi navê Qijika Re? kovareke du mehî di demek nêz de dest bi we?anê dike. Li gor agahiyên me bi dest xistine, wê Qijika Re? li ser çiya û baniyên Wanê sîxuriya fesad û xêrnexwazan bike û ji Lotikxanê re rapor bike!
Hat ragihandin ku, wê Qijika Re? li hember dubendî û cudaxwaziyan bibe xwedî helwest û nikilê xwe di nav polîtîkayên serdestan de biçikîne. Tê zanîn ku, Qijik dikarin rojê nêzî nîv kîlo xwarin û zewadeyan bixwin. Em jî bangî xelkê Wanê dikin ku, haya xwe ji xwe bikin û xwe li hemberî Qijika Re? biparêzin. Qijika Re? çûkekî bê ewle ye, çi dibîne dixwe û pi?tî zikê xwe têr dike jî, ne bav ne jî dê nas dike!
Kovara Qijika Re? du mehî ye, ji sed û bîst rûpelan pêk tê û çav li rê ye ku 1ê Îlonê hejmara xwe ya ewil derxe. Em ji ber vî navê wê yê ecêb û ciherengiya naverokê ji vê kovarê serkeftin dixwazin.
Law ma ev niha chêbu qerdashim? Ê birê min we navê min diziye u kiriye milkê bavê xwe, wîîî. Yaw bi sond u peyman ku ev nav patenta min e kuro. Welle her chiqas dizî bibe jî, lê diziyeke ji bo zimanê kurdî ye herhal. Loma jî bila li ser xêrê be dînime îmanime cîgerlerim.
Wey bavoooo mîlîs û sixûrên sererd bin erd ne besbûn îcar Qijika Re? hat hela kî dibê ERÊ îspîyon bike :)) Bi xwedê ezê bi tifing nobedarbim Qijik haya te ji te hebe ha 😀
Ma sayin cîgerlerim bi kurdî yan tirkî ye zimanê Qijika Resh hi? Law bi qewlê bav u kalan be, heger ev Qijikê Resh jî bi zimanê tirkên dolheram be, ez dizanim ez ê chi bînim serê Qijika Resh u wesselam. De bi lez ji min ra xeberekê bishînin lo.