Du kesên bela?xwerên heyva rojîyê ji xwe re kirine adet, di her meha rojîyê de danê êvarî diçin mala yên hinekî hal û ?îv xwe?, dibin mêvan û ?îvên xwe? dixwin. Rojekê ji yên rojîyê dîsa herdu bi hev re diçin mala camêrek zana û têgehe?tî dibin mêvanê fitarê.
Bi qasî niv seetê rûdinên, yek ji wan diçe avrêjê/tuwaletê.
Mazûrvan vê yekê firsend dibîne û ji hevalê wî dipirse: “Hevalê te mirovek çawa ye, zana ye yan na?”
Mêvan ji bo ku xwe mezin bike dibê: “Dest jê berde ezbenî, gayekî xwedê ye”.
Hevalê wî tê, vê carê ew ji bo destavê diçe avrêjê .
Mazûrvan ji wî jî dipirse bê ka hevalê wî mirovek têgehe?tî û zana ye yan na.
Mêvan dibê: ” Ezbenî qet pirs neke, kerekî xwedê ye”.
Dibe wextê fitarê, mazûrvan firaxek ceh û firaxek kayê datîne ser destexan/sufrê û dibê: ” Ê de kerem kin fitarê”.
Herdu mêvan bi hev re bi awayek matmayî li firaxan dinerin û ji mazûrvan re dibên:
” Ev çi ka û ceh e qurban?”
Mazûrvan: “ Yek ji we ker e, yek ji we ga, ma ji ker û ga re çêtir fitar dibe ji ceh û ka!?”
Îcar her kesên ku bibin mêvanên we insan nehesibînin gelî xwendevanan. Hinek ji wank er in û hinek jî ga.
Bavê Ronahî dilê te sax be qewlikek xwe? bû, ê ne hinek partî û sîyasetmedar jî qe Kurda na hesibînin ka emê wan bikin çi 🙂