Li gundekî merîvekî nawe vî Feyzo hebû û zarokên wî çênedîbûn, kurdûnde bû û Feyzo jî ji xwe re diçû êzîngan û li bajaran difrot, debara mala xwe pê dikir.
Rojekê Feyzo ji êzîngan tê malê ji jina xwe re dibê: “ Ey?o, wer alî min van êzîngan daxe“.
Ey?o jî dibê: „ Kuro ez bi hemil im, nikarim bêm“.
Gava Feyzo dibihîze ku jina wî bi hemil e, ji kêfa zarokê dest bi lotîkan dike.
Werhasil,  neh mehên Ey?o diqedin xwedê lawekî wek tosin dide Ey?o, nawê kure xwe jî dikin „Kîkil“.
Kurê wan hebekî mezin dibe, li bavê xwe dinere ku bi wan barê êzînqên ku li pi?ta xwe dike u dibe bajaran difro?e gelek tade li bavê wî tê.Â
Kîkil ji bavê xwe dipirse: „Bavo, perê te li kesî tunene Feyzo?“
Feyzo jî li kure xwe re dibê: „ Bîst û pênc kirû?ên min li mîrê Misrê ne û nade“.
Kîkil dixe serê xwe. Heftek derbas dibe dibê: „ Bavo, ezê herim perê te ji mîrê Misrê bistînîm“.
Bavê vî jî dibê: „ Kuro Kîkil nere, mîrê Misrê zalim e, wê te bikuje“.
Kîkil dibê: „ Na bavo, ezê herim heqê te ji mîrê Misrê bistînim“ û Kîkil efendî dikeve rê.
Bi rê de gurek rastî Kîkil tê, gur ji Kîkil dipirse dibê: „Kuro tê herî kuderê Kîkil axa?“
Kikilê me jî bersivê dide dibê: „ Perê bavê min li mîrê Misrê ne, ezê herîm bistînîm“. Gur jî dibê: „ Ê naxwe ka ez jî hevaltîya te bikim û bi te re bêm“.
Kîkil jî dibê: „Ê naxwe de were qurban“ û didin rê.  Hebekî dinê diherin, îja rêwîyek tê pê?îya wan, rêwî dipirse: „Oooooo,  hûn ketine rê diçin kuderê hevalno?“
Kîkil: „Perê bavê min li mîrê Misrê ne, ezê herim bigrim û bêm“.
Rêwî: „Wî çaxî ez jî bên qurban“ û dikeve nav karwên.
Axir, pir diherin hindik diherin, li ber derîyê qesra mîrê Nisrê disekinîn.Â
Kîkil dike qîre qîr û dibê: „25 qirû?ên min li mîrê Misrê ye“ û zirt û fortan dide.
Cêrî derdîkevin dibên: „Peppûk, peppûk, peppûk, kuro tu dibê çi heyran?“
Kîkil dibê: „Ez virde wêde nizanim, herin ji mîrê Misrê re bêjîn bê 25 qirû?ên bavê min lê ye“. Â
Cêrî neçar diherin ji mîrê Misrê re dibêjîn hal û mesele ji vê ye. Mîr hêrs dibe dibê: „Çiiii? Dîko hatiye perê bavê xwe dixwaze?  Herin wî têxin naw elokan bila wî bixwin“ û wî dawên nav elokan.
Hevalek Kîkil rovî jî hebû. Rovî radibe dikeve nav elokan, elokan tevan dixwe û Kîkil dîsa derdîkeve tê ber derîyê qesrê, dîsa dike qîre qîr û dibê 25 qirû?ê min li mîrê Misrê ye.
Mîr ji cêrîyan re dibê: „ Qey we wî neavêt nav elokan?“
Cêrî jî dibên: „Elok qi? telef bûne, ti?tek li wan nehi?tiye“.  Mîr fermanê dide ku Kîkil bigrin û wî bavêjin nav lingên gamê?an.
Hevalê Kîkil gur dikeve nav wan gamê?an, gi?a telef dike û dixwe. Kîkil dîsa derdîkeve tê ber derîyê qesrê, dîsa dike qîre qîr.
Mîr derdîkeve dibê: „ We ev qe?mer neawêtibû nav lingê gamê?an?“
Cêrî jî dibên Kîkil gamê? tevde telef kiriye. Mîr ji cêrîyan re dibê: „ Ê naxwe bela serê xwe bixwe,  wî bavêjîn bin xezîna zêran bila deynê xwe bigre û bila bicehime here“ û Kîkil davên naw xazîna zêran.
 Kîkil heya kare zêran dixve, zikê xwe tije zêr dike, dihere cem mîrê Misre û dibê: “ Binere min tenê rahi?t 25 qirû?ên xwe ha“.  Mîrê misrê dibê: „ Here bila çavê min li te nekeve“ û berdide Kîkil.
Kîkil, hevalê xwe gur û rovî jî digre cem xwe û dihere malê. Ji hevalên xwe re mirî?kekê ?erjê dike datîne ber wan û dayika xwe re dibê: „ Dayê dayê, potek (paçek) mezin raxe“.  Dayîka wî potikek mezîn radîxe. Kîkil dibê: “ Dayê, ?ûnikek gir û mezîn bîne û bi wî ?ûnikî li qûna min xe“.
 ?ûnik li qûna Kîkil dixin û zêr ji qûna Kîkil dipijiqin der. Gava cîranên wan dibînin ku zêr ji qûna Kîkil didin der, berê xwe didin malê û ew jî bi ?ûnikan bi qûna zarokên xwe dikevin, qûna wan re? û sor dikin. Lê çi zêêêêêêrrrr û çi hal!
Axir, bavê Kîkil Feyzo efendî tê malê. Dinere ku hayhoooooo wa Kîkil zêr anîne malê. Feyza radibe destê xwe li pi?ta kurê xwe Kîkil dixe, çavên wî radimîse û ji firotina êzingan xilas dibe.
Çîroka min ji we re xwe? û ka tela?ek zebe?…..
Ez nizanim wê zarokên me Kurdan jî karibin heyfa bavê xwe ji mîr û pa?ayên dewleta virqo bistînin gelo?
Rehme li dê û bavê xwendekarên Lotikxanê be,  bimînin di xwe?îyê de cîqerlerim…
Mîstefa.Heyvbaz@hotmaîl.com
Stenbol
Yabo em ji heyf hilanînê dev berdidin hinek lê ne me zora çoya bikin wirko U me têkin nobedarê statukoyê û sînorê ‚misak-i milli‘ tu dewa çi li me dikî heyran 🙂