Yek ji pirsgirêka ku îro di warê tenduristiyê de tê ki?andin diran û ê?a dirana ye. Diran ne tenê haceta xwarinê tenê, lê hacetek girîng ji bedena mirov e jî.
Diran hacetek pir zîz û hesas e. Xwarin û vexwarinên germ û sar, hewa germ û sar jî karin bandorek xerab li diranan bikin û bibin sedema xerabûna wan. Hesasiyeta diranan ji xisardîtina tebeqa bin diranan tê. Xisardîtina wê tebeqa bin diranan dihêle ku diran bê?in, go?tê diran xwe berde û diran birizin.
Di vê derbarê de doktorê diranan Onur Ozturk xalên balkê? destnî?an dike.
Çend xalên ku dibin sedema hesasiyeta diranan ev in:
1- Xwarin û vexwarinên bi asît: Xwarin û vexwarinên bi asît dibin sedem ku diran zûtir hesas bibin û ji çapa xwe bikevin. Ji bo ku meriv diranên xwe biparêze û diran zû hesas nebin, divê meriv xwarin û vexwarinên bi asît bi sînor bixwe û vexwe.
2- Temen: Hesasiyeta diranan bi piranî di navbera salên 25-30 de tê dîtin. Di vî temenî de divê mirov diranên xwe biparêze û xwe ji xwarin û vexwarinên ku ziyanê didin diranan bi dûr bixe. Pi?tî salên 25-30 ger meriv balê nede diranên xwe, êdî ê?, rizîn û ketina diranan dest pê dike.
3- Firçe: Bikaranîna firçeyên xelet bandorek mezin li diranan dike. Go?tê diranan li ba her mirovî ne wehe kev e. Ji ber vê jî firçeyên cûr be cûr tên çêkirin û divê her mirov firçeya ku li gora hesasiyeta go?tê diranên wî / wê be bi kar bîne. Heger diranên we zîz û hesas bin û hûn firçeyên hi?k bi kar bînin, îhtîmalek pir mezin heye ku diranên we ziyanê bibînin. Bikaranîna firçeyên xelet û pir bi hi?kî firçekirina diranan zirarê dide diranên we. Hinek bawerin ku firçekirina bi hi?kî diranan paqijtir û spîtir dike, lê ev ne rast e. Firçekirina bi hi?kî tenê zirarê dide diran û go?tê diranan.
4- Zîqandina diranan: Hinek kes di dema aciziya xwe de diranên xwe diziqziqînin û wan bi ser hev de dieciqînin. Pir kes jî hene ku di xewê de diranên xwe bi ser hevde diqiqziqînin û wan bi ser hev de diguvê?in. Ev awe zirarek mezin dide diranan û wan ji çap dixe.
5- Nexwe?iyên go?tê diranan: Kesên ku nexwe?iya go?tê diranan bi wan re heye, zûtir raserî hesasiyeta diranan tên. Di nexwe?iya go?tê diranan de koka diran xwe ji go?t dik?îne û diran bê paraztin dimînin. Ji ber vê jî ketina diranan zûtir rû didin. Herweha ki?andina tûtin û cigara zêde jî dibe sedem ku diran û go?tê diranan zirarek mezin bibîne.
Hûn karin çi bikin?
1- Firçeyên ku li gora diranên we ne bi kar bînin û ne bi hi?kî, lê bi nermî û nazik firçe bikin. Diran û go?tê diranan neê?înin.
2- Balê bidin xwarin û vexwarinên ku hûn bi kar tînin. Xwarin û vexwarinên bi asît zêde bi kar neynin.
3- Diranên xwe bi ser hev de neguvê?in. Heger ev nexwe?îya we hebe, herin tedawî bibin. Ji bîr nekin ku zîqandin û guva?tina diranan zirarek mezin dide diranên we.
4- Macûn û dermanên ku ji bo hesasiyeta diranan hatine çêkirin bi kar bînin.
5- Di rizîn û ê?a diranan de dereng nemînin û serî li doktorê diranan bixin.
Yekîtîyê jî got yekîtî
Ozdago jî pê girt
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin