Ji wan re adet e, lê ji me re qebhet e

Ziman hebûn û nebûna milletekî ye. Ziman stûna netewe û pê?ketina millet û welat e. Ji ber vê ye ku rehmetî Mîr Celadet Bedirxan digot „Kurdino, heger hûn dixwazin xwe nas bikin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Heger hûn dixwazin xwe bi xelkê bidin naskirin, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin“.

Mesela me li ser pêwistîya zimên bû.

Pi?tî ku TZP û BDP dest bi boykota zimanê Tirkî kirin û doza perwerdeya zimanê Kurdî li hihûmeta Kasimpa?alî kirin, agir ket doxîna rayedarên hikûmetê. Êêêêê, sermezinên dewletê jî ne xe?îm in canim, zanin ku ziman hebûn û nebûna Kurda ye, zanin ku ti?tê Kurdan li ser lingan dihêle zimanê wa ye û ger ev ziman têkeve asta perwerdeya fermî, wê qû? li asîmîlasyona wan biqete.

Van rojan dewleta Tirk dest bi pîrozkirina cejna zimanê Tirkî kiriye. Çi xwe?! Gava ew cejna zimanê xwe pîroz dikin ji wan re adet e. Lê ku Kurd doza perwerdeya zimanê xwe dikin ji wan re qebhetek mezin e. Kasimpa?alî yê ku li Almanya doza perwerdeya bi zimanê Tirkî li dewleta Alman dikir û dike, ?ûjina di çavê xwe de nabîne û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ji 25 milyon Kurdên bakur re rewa nabîne. Helbet canim, ma kes dixwaze dijminê wî bi ser keve? Na. Nanê Tirkan li ser çoga wan e û bextê Romê jî nîne.

Di pîrozkirina cejna zimanê Tirkî de rayedarek ji rayedarên AKP Salîh Kapûsûz, çend lotik û zîtirkên Tirkane avêtin der û dorê û bal ki?and ser pêwistî û girîngîya ?ildim bildima zimanê Tirkî. Tu dibê qey ê wan can e lê ê Kurdan bacan e. Salîh Kapûsûz efendî çi bêje ba? e?

Dibêje:

„Hesasîyeta axavtina bi zimanê Tirkî pêwistî û mecbûrî ye. Axavtina bi zimanê Tirkî erdemek mezin e. Bela esnaf bi Tirkî biaxivin, hunermend bi Tirkî bêjin (bistrên) û bi Tirkî bineqi?înin“ filan û fîstan.  Kapûsûz begefendî pêde diçe û dibêje:

„ Netewê Tirk ê ku zane serxwebûna xwe biparêze, wê zimanê xwe jî di asta herî ba? de biparêze. Hevbe?îya me Tirkî, pê?eroja me jî divê Tirkî be“ û lotikên nîjadperestî davêje.

Olan oxlim, çima wê Tirk karibin di asta herî bilind de Tirkî biparêzin û xwedî lê derkevin, lê wê Kurd nikaribin xwedî li zimanê xwe derkevin û wî biparêzin ha? Yan Kurd wek te ne biaqil û bîrewer in?

Salîh Kapûsûz û serokên wî dibêjin ku „Paraztina zimanê Tirkî, wek paraztina welat û alê girîng û pêwist e. Divê herkes di vî warî de erkên xwe yên netewî bînin cîh. Ji ber zimanê me nasnama me ye, paraztina çand û hebûna me bi paraztina zimanê me ve girêdayî ye“.

Kapûsûz zirefendî herweha di derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî zîtirkek bergîlkî avêtiye û dibêje:

„Perwerdeya bi du zimanan tehdît e, ji bo Tirkiyê xeter e“.

Law cîgerim, rast e, ellawekîl xebera te ye. Ji bo me jî perwerdeya bi du zimanan tehdît e, ji bo Kurdan jî zimanê Tirkî xeter e ha, ma ji bo çi em doza perwerdeya bi zimanê xwe dikin ehmeqo!

Hûn dibînin bê sermezinên hikûmetê çi dibêjin ne?

Zimanê wan nasname û hebûna wan e, lê zimanê Kurdî ne nasname û hebûna Kurdan e!

Olan ewladim, ?ildim bildima Tirkî çawa ji we re nasname û hebûn be, Kurmancîya germik û nermik jî nasname û hebûna me ye cîgerim. Ma em ehmeqên we û bavê we ne ku em dev ji vî zimanê ?îrîn berdin û ?orba zimanê dêlika Asenayê vexwin ha! Her teyr bi refê xwe re difire qullo! Hûn jî xwedî li zimanê xwe derkevin, lê hinekî insan bin û bihêlin bela Kurd jî bi ziman û nasnama xwe ?a bibin ewladim. Hem hûnê bi navê bratîya îslamê nasname û hebûna Kurdan înkar bikin, hem jî hûnê bêjin em brayên hev in. Hem hûnê bi navê demokrasîyê xwedêgiravî mafê mirovan biparêzin, hem hûnê mafê herî rewa li Kurdan qedexe bikin. Ma ev ne durûtî û sextekarî be çi ye ey ba?çawî? û generalên AKP!?

Werhasilî kelam….
 
Divê Kurd gotinên Salîh Kapûsûz bikin guhar û têxin guhên xwe gelî xwendevanan. Çawa ku Kapûsûz ê serperitî dibêje „Ziman nasname û hebûna me ye, divê esnaf, hunermend û herkes bi Tirkî biaxive, bi Tirkî bixwe û bifikire, bi Tirkî tirr û fisan bike“, divê em Kurd jî heman ti?tan bikin û erkên xwe yên netewî bînin cîh.

Çi dibe bela bibe, divê di her halûkarê de Kurd bi Kurdî biaxivin, bixwînin, bixwin û vexwin. Bi Kurdî bifikirin û bi Kurdî siyasetê bikin. Yan na, bi sê telaqên jinberdanê emê di nav devê van gur û keftarên Tirkên çeqilmast de bibin piçik û parî û hûn ji min re sax….

About The Author