BENZETMEK GIBÎ OLMESIN

Kurdek welatparêz û dilpaqij/saf bi  malbata xwe re  ji bo betlana salane ji Almanya  diçe Çe?mê li otêlekê bi cih dibe. Otêl jî otêle ha, bi turîst û natûrîstan dagirtî ye. Spêdê heta êvarî xwe bertavkirin, soberî, sporên cûrbecûr û xwarinên xwe? li wir ti?tên rojane û adetî ne.

 Li hotêlê malbatek Tirk ji yên biroqrat jî heye. Ew malbat çi cara ku malbata Kurd dibîne, silavê didinê, li ser pîyan sohbetê dikin û li halê hev dipirsin. Hinek caran li ser masekê xwarinê jî dixwin.

Rojekê yê Tirk li ser xîz/qûmê xwe dirêj kirî ye.  Dixwaze  pi?ta xwe bixurîne, lê dike nake destê wî nagihê pi?ta wî. Yê Kurd jî lê dinere, dilê wî pê di?ewite û jê re dibê:

 “Ez pi?ta te bixurînim cîgerim?”

Ew jî dibê:” Erê”.

 Zilam xwe davêje ser dev, yê Kurd jî li wir ?eyek ?ikestî dibîne û bi wî ?eyê ?ikestî pi?ta wî  dixurîne/ timar dike û bi dilê xwe yê paqij ji yê Tirk re dibê:

” Benzetmek gîbî olmesin, biz koyde atlara boyle yapardix – bela ti?tek neyê ber dilê te, lê me li gund li hespan wilo dikir”.

Dotira rojê  ew camêrê Tirk di ber balbata Kurd re derbaz dibe, lê silavê nade wan û madê xwe tir? dike.  Jina yê Kurd  fahm dike ku mêrê wê ti?tek ne li cîh yan kiriye, yan jî gotîye.

Radibe ji mêrê xwe re dibê:

” Kuro te çi kiriye ku ew camêr û jina xwe silavê nadin me û ji me xeyîdî ne?”

Yê Kurd ji jina xwe re dibêje:

 “ Min gotê benzetmek gibî olmasin biz atlara boyle yapiyordux. Ma çi di vê de heye bavo”.

 Jina wî:

 “Kuro xwedê belayê nede te, ne te ew kiriye ?ûna hespan”.

 Mêrê wê dibê:

 “Ne min jê re got benzetmek gibî olmesin. Vêcar çima xwe dixeyîdîne keçko!”

About The Author