Herdu jî bi temenê xwe wek hev bûn, ji zaroktî de heya mezinbûnê di malekê de bi hev re jîyan. Bi hev re berx çêrandin, bi hev re leyîstin, werhasil zarokên malekê bûn. Wek xwîşk û bira bûn, bê guneh bûn.
Mezinbûn û gehîştin, dema zewaca wan hat. Bi destûra dê û bavan pismam Xelîl (Xelo) û dotmam Seyran (Seyro) bi hev re zewicandin. Çar rojan bi dahol û zirne dîlan gerandin û mehra wan hat birîn. Êdî mêr û jina hev bûn. Ecêbmayî mabûn lê neçar bûn, mezinên wan wilo rewa dîtibûn…
Roj qedîya û şevê dest pê kir, herdu şandin odeya wan. Xelo xwe tazî kir ku bi Seyro re bikeve bin lihêfê û bide lotikan. Seyro razî nîne, ji nav nivînê direve. Xelo di xwêdanê de maye, bi xiroş dixwaze zû bigihê mirazê xwe, dilê xwe rehet bike. Xelo carê carek digire tîne lê ew direve.
Xelo dinere Seyro nayê rê, lava dike nabe, li ber digere nabe, lê hêrs dibe nabe! Pê digre bi zorê dike nav nivînê, xwe amade kiriye ku bazde ser, Seyro qûna xwe carê li alîkî diçerixîne û nahêle Xelo fîşekê biteqîne. Xelo dibê “ Dotmam, qe qûna xwe virde wêde neavêje, bi merqeda şêx ev xir bi pakî be, bi xerabî be jî wê bikeve te, bes e êdî min aciz neke lê “
Werhasil…
Em werin ser mijara xwe;
Wextê qala mafê Kurdan tê kirin, dewleta Tirko jî wek Seyro qûna xwe virde wêde diavêje.
Qet ne mimkûn e, êdî hûn qûna xwe li ava sar jî bixin kêr nake. Werin bi pakî mafê Kurdan bidin. Hûn bi pakî nedin xerabî ji xwe amade ye, di ku da zirav e bila di wir de bişkê.
Ji bavê xwe bêminet bin.
Ma tirk xem nekin em ê rojek bukutinî wan, qûna wan jî û a ereban jî ,farisan jî em ê dax bikinî bi hesinekî germ û sor.