Kesî dîtiye serdarê baregehek eskerî û pîlotê balafira ?er dizê derpîyê jinan derkeve? Lê dibe çima na. Ne tenê dizê derpîyan, mirdar û zinêkar jî.
De binerin…
Li Kanadayê, serdarê baregeha ezmanî Albay Rûssell Wîllîams, li xwe mikur hat ku wî du jin kujtine, tecawizî du jinan kiriye û ketiye malên xelkê û bi sedan derpîyê jinan dizîye.
Kanada niha ji ber vê sosretê diheje û xelk li mikurhatinên Albay Wîllîams maye ecêbmayî. Rûssell Wîllîams herweha ji ?ahbanûya Brîtanya Elîzabeth a duyem û gellek siyasetmedar û serokan re jî pîlotî kiriye.
Werhasilî kelam, li qilafet, meqam û payebilindîya kesî nenerin û pê nexapin gelî xwendevanan. Kesên ku wek Albay Rûssell Wîllîams derpîyê jinan didizin pir in. Tew ji xwe hinek qûnek wan derpîyan bêhn dikin û pê serxwe? jî dikevin ellawekîl.
Îcar hay ji xwe û dizê derpîyan hebin baba…
Toronto
Şêxê me vê carê Lotikxanekî axivî
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek