Di van 20 salên dawî de hinek Kurdên me pa?navên xwe guhertin û kirin ?înanoxlû, Terzîoxlû, Axacanoxlû, Azîzoglû û hwd. Bi kurtî, li pa? navê xwe gotina “ oxlû” zêde kirin.
Her çi hikmet e, yên pa?navên xwe dikin “oxlû” piranîya wan di demek kin de dewlemend dibin.
Li bajarê Wanê jî gelek kesên wisa hene û cihê ku diçinê jî kif?kirî ne. M. Qesaboxlû hem mirovek ne dewlemend, hem jî mirovek hinekî zirtepoz û beredayî ye. Rojekê M. Qesaboxlû dikeve qilûba dewlemendan. Çawa dikeve hundir, bi dengek bilind dibêje “ Ez di qûna hemi kesên kû pa?navê wan oxlû ne nim!”.
Li pi?ta derî 7-8 kesên ku pa?navên wan oxlû ne rûni?tî ne. Hemi jî ji maqûlên Wanê tên hesibandin. Tev bi awirên tûj li wî dinerin. Qesaboxlû ku wan dibîne hinekî jî fedî dike û dibê : “ Ez berê ji xwe re dibêjim. Pa?navê min jî Qesaboxlû ye. Li vî bajarî her kesê ku pa?navê wan oxlû ye bûn xwedî mal , milk û pare. Ez nebûm tu gû”.
Îcar gava we pa?navê xwe guhert hay ji xwe hebin baba. Heger we “oxlû” bi pa?navê xwe vekir, bizanin ku yan hûnê dewlemend bibin û yan jî hunê wek Qesaboxlû nebin tu gû û hûn sax…
Kurdno kê derfetê dibîne bila nav û pashnavên Tirkan ji ser xwe bavêje. Erê bav-kalên me jî navên Tirkî li me kirin, lewra qedexe bû wê wextê. Niha nîne. Kurdên Ewropa dema dibin hevwelatiyê welatên Ewropa bila cara pêshîn nav û pashnavên xwe bikin Kurdî. Wer nebe, yê me hemî dibe derew.
Jibîr nekin partiyên Kurd bibîhîsin zirarê didin we, nahêlin. Komele, sazî û dezgehên Kurdan bibîhîsin navê we di nava gel de resh dikin. Ew ji ruhê Kurdayetiyê hez nakin. De biceribînin hûn ê jî bibînin.
Nav û pashnavên Tirkan bavêjin!
Mirov pez dax dike. Tirkan daxa xwe li me dane, vê fediyê ji ser xwe rakin!
erê e berê para xwede nabe tu gul gu dice ber kerê
mamê bavê ronahi