Resûl Kurdekî li bajarê Eskî?ehîrê dijî, sibê zû rabû wê ji bo azmûna lawê xwe biçe paytexta Tirkîyê Enqerê. Ew, lawê xwe, pîreka xwe û keça xwe ya hîna biçûk 4 salî, bi trîmpêla xwe ketin rê.
Nêzîkî navçeya Polatlî yê bû, bêhnek pîs, wek bêhna gû hat pozê wan. Pûûûfe pûûûf kirin, bi pozê xwe girtin, keça wî got “ Dayê wele bavê min fis kir. “
Pilqîn bi wan ket, ji ken ji xwe ve çûn. Dayîka wî got “ Na keçê ez fisa bavê te nas dikim, ev ne bêhna fisa bavê te ye, ev ti?tek din e “. (Foseptîka Polatlîyê bera çem dane, ew çem jî di bin girikê ku peyker li ser daçikandine diherike, bêhna gû li wê deverê tesîr dike)
Resûl bi tilîya xwe peykerê Misto Kemal ê li ser girê tunêla trênê ravî keça xwe kir û got “ Ew kefereyê hanê fisên bêhntûj dike, tu bawer nakî li vegerê baldar be tuyê cardin li vir bibînî, ev danîne ser wî girikî, serma li qûna wî dixe û nikare fisa xwe bigre. “
Werhasil.
Hevserokê partîya BDPê Selahadînê me jî dibê “ Heke Kurda dev ji projeya dewletek cuda berdabin, sedema herî mezin bawerîya bi demokrasiyê ye.”
De were li vê sosretê mêzeke, ev jî fisek tûj wek fisa Misto ye, bêhna fisên Kemalizmê jê tên ellawekîl. Ma bi te maye ev gotin? Heqê te û ê tu kesî jî nîne hûn derîyê dewletbûnê li Kurdan digrin cîgerim! Qey hûn cerdevanê ‘misakî- millî’yê, ê statukoyê ne babam, wey!
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî