PKK, KCK û BDPê îro li bakurê Kurdistanê partîya herî xurt e. Kêfa me ji siyaseta wê re bê neyê, em wê biecibînin an neecibînin, mixatabê dewletê û alternatîfa sereke ew e. Gava meriv bi vî çavî li meselê binere û girîngiya pêvajoya ku îro rew?a siyasî tê re derbas dibe bide ber çav, emê bibînin ku têkçûna PKK, KCK ji fêdê zêdetir wê ziyanê bide teko?îna milletê Kurd. Ji ber vê jî, di pêvajoya biryara KCKê a di derbarê bikaranîna zimanê Kurdî de ku, di serî de parastina girtiyên bi navê KCKê ku piraniya wan endamên BDPê nin, pi?tgirî û desteka KCKê erka her Kurdî ye. Ji ber ku rêxistin û partîyên Kurd ên din bi vê bêhelwestiya xwe wê nikaribin bi me?andina siyaseta xwe a li dij KCK, BDP destketinê ji Kurdan bi dest xin.
Her çiqasî KCK, BDP bahweriyek xurt nede yên derveyên xwe jî, ew bi vê siyaseta xwe a nû ku eslê wê li ser legalîze kirina zimên û siyaseta Kurdî ye, ji ber wê gavê jî ji destekkirina KCK pêve tu alternatîf li holê namîne. Di vê siyaseta PKK, KCKê a nû de serketina vê siyasetê (qenc û xerab) serketina Kurda û têkçûna wê jî serketina dewletê, serketina siyaseta înkara gelê Kurd e. Di derbarê çareseriya pirsa Kurd de tu ferqa wê û partîyên din ji hev tune. Erê di rew? û mercên teng de her partîya Tirk hebûna Kurdan qebûl dike. Lê pi?tî firehîyê herkes kurê bavê xwe ye û di encamê de heman siyaseta dewletê tê ajotin û Kurd tên înkarkirin. AKP jî heman siyaset ajot û hîna jî di mesela Kurd de nikare ji sînorê siyaseta dewletê derkeve.
Ti polîtîkayên AKP ên di derbarê çareseriya pirsa Kurd de tuneye, tenê di çerçewa peyaman de ye. Di rew?a îro de ne AKP dixwaze pirsa Kurd çareser bike, ne hêza wê û ne jî cesareta wê heye. Di serî de divê Kurdên di nav AKPê de nerazîbûna xwe bînin ser zimên. AKP bi rengê xweyê îro bixwaze nexwaze nikare sînorê îdeolojîya Kemalîzmê derbas bike. Heger di dilê wê de çend guhertinên piçûk hebin jî, evê tenê ji bo çavseyandina dewletên Ewrûpî û bêdengkirina Kurdan be. Yan na, ewê tucarî di çareserkirina pirsa milletê Kurd de nebe xwedî helwest û çareserîyên bingehîn nexwaze. Gelo BDP ji AKP zêdetir çareserîya pirsa Kurd dixwaze? BDP jî di siyaseta xwe de xeletîyên mezin dike û dike nake nikare xwe ji qalibê siyaseta Îmralîyê rizgar bike. Çawa ku di nava PKK de duserî, sêserîtî û fikrên cuda hene, herweha di nava BDP de jî duserîtî û fikrên cuda hene. Hebûna van hêl û fikrên cuda, dihêle ku BDP jî wek PKK, KCK xwe bi paraztina Ocalan li ser lingan bihêle û nikaribe siyasetek serbixwe bime?îne. Çawa ku Ocalan xerca nava PKK, KCK ye, herweha bûye xerca nav BDP jî û ji ber vê jî BDP doza daxwazên marjînal, ti?tên piçûk dike. Gelo BDP ne partîyek Kurd e û divê ji hola siyasetê bê rakirin? Li gor dîtina min na. PKK, KCK ba? yan xerab wê pirsa Kurd çareser bike. Ji ber vê ye ku temamê partî û dezgehên Tirkiyê dixwazin di tunekirina PKK, KCKê de pi?tgiriya AKP bikin. Ev hesabek xeter e. Ma ku AKP di tunekirina PKK, KCKê de biserkeve, wê pirsa Kurd ji holê rabe?.
Di vê pirsê de temamê terefa hemfikirin ku PKK, KCK ji holê ranebe. Erê dibe ku hinekî ji taqat bê xistin, lê tunekirina wê hem ji dewletê re û hem jî ji Kurdan re ziyanek mezin be. Raste ku PKK, KCK bi daxwazên xwe yên marjînal û piçûk daxwazên bi milyonan Kurdên bakur nayne cîh, nayne ser zimên. Lê tunebûna alternatîfek din, parçebûn û jihevdeketina hêzên ji derveyî PKK, KCK, Kurdên bakur mecbûr dike ku ba? xerab xwe li dora PKK, KCK û BDPê bidin hev û kêm be jî serî ji daxwazên wê re bitewînin. Gelo ku PKK, KCK ji holê rabe, wê rêxistin û partîyên din yên ji derveyî PKK, KCKê (ku tev jî marjînal bûne û ji federasyonê wêdetir ti?tekî ji PKK, KCK zêdetir ji dewletê naxwazin) karibin xwe bidin ser hev û alternatîfekê li himber dewketê damezrînin? Bawer nakim. Heta ku PKK hêza herî xurt be û di ?erê çekdarî de xwedî gotin be, wê PKK, KCK û partîyên ku li dûv wê bên, alternatîf bin. Qenc xerab, em bixwazin nexwazin, kêfa me jê re bê neyê, rastî nayê ve?artin.PKK, KCK îro partîya herî xurt û alternatîfa herî mezin a tevgera bakurê Kurdistanê ye.
Heger em xeletî, kêmasî û siyaseta wê deynin alîyekî, gava em bi mejiyekî gelemperî û netewparêzî li meselê binerin, emê bibînin ku PKK, KCK bi daxwazên xwe yên xelet, bi siyaseta xwe ya girêdayî Îmralîyê, bi xwestekên xwe yên ku li dij berjewendîyên netewa Kurd in, dîsa jî partîyek Kurd e û bi milyonan Kurd ra û dengên xwe didin wê. Gava em di vê çarçewê de lê binerin, emê bibînin ku BDP sirf ji bo ku partîyek Kurd e dibe hedefa dewletê û AKP. Û ji ber vê ye jî ku Kurd desteka xwe didin PKK, KCK. Helbet Kurd zanin ku PKK, KCK daxwazên ne li rê û piçûk ji dewletê dike, lê dîsa Kurd zanin ku alternatîfa herî xerab jî ji tunebûna bêalternatîfîyê çêtire. PKK, KCK altertîfa bakurê Kurdistanê ye û bi xeletî û kêmasîyên xwe Kurd lê xwedî derdikevin, divê PKK, KCK jî di zanebûna mezinatîya xwe de be û li gora vê mezinatîyê tev bigere. Çi PKK, KCK dibe û çi BDP dibe, divê wek partîyên alternatîf û xwedî gotin, mezinatîya xwe nî?an bidin, di zanebûna erka xwe de bin û wek birayê mezin li hêzên derveyî xwe binerin.
Heger birastî PKK û BDP xwe wek berdevk û nûnerê doza Kurdên bakur dibînin, divê demokrasîya ku ji Tirkiyê re dixwazin, giringîya ku didin hevkarîya hêzên çep ên Tirkiyê, divê di serî de vê demokrasîyê ji Kurdên bakur, ji hêz û tevgerên ji derveyî xwe re bixwazin û li yekîtî û hevkarîya navxweyî bigerin. Ango; divê PKK, KCK û BDP hêzên Kurd yên ji derveyî xwe pi?tguh nekin, înkara wan nekin û hewl bidin ku di çarçeweya berjewendîyên netewî de fikir û ramanên wan bigre, wan li hev ragirin û xwe ji her hêz û dezgeha Kurd re bikin nimûne. Ji alîyê din, divê dem û dezgehên Kurd, rêxistin û partîyên ku ji derveyî PKK, KCK û BDP ne xwe nêzîkî PKK, KCK û BDP bikin da ku karibin jê re bibin alîkar ku ew xeletîyan nekin û zêdetir xwe nêzîkî xeta Kurdistanî bikin.
Ji ber ku me mîzampaja nivîsê guhert ?irove jî pê re winda bûn. Biborin, me ne ji ber niyetek xerab ?iroveyên nivîsê rakirin.
Lotikxane
„..PKK, KCK bi daxwazên xwe yên xelet, bi siyaseta xwe ya girêdayî Îmralîyê, bi xwestekên xwe yên ku li dij berjewendîyên netewa Kurd in, dîsa jî partîyek Kurd e û bi milyonan Kurd ra û dengên xwe didin wê..“
Dema ku rêxistinek, an jî kesek „girêdayî Îmralîyê“, „dij berjewendîyên netewa Kurd in“ gelo dibe ku ew partî „dîsa jî partîyek Kurd e“.!?
Dema ku mirov wusa tevlîhev bike, ma mirov nikare bibêje ku hemû partîyên tirkan jî partîyên Kurd in.! Ji berku hemu partîyên tirkan xeta Îmralîyê da ne (ji berku hemî kemalî ne û hemî ji weki Îmralî dijminê Kurd û kurdistanê ne) û dijî berjewendîyê Kurdan in.! Erê erê, „..bi milyonan Kurd ra û dengên xwe didin..“ wan jî.!
Mala min ê.! Dema ku mirov bi $êweki ba$ bi parastina doza Kurd û Kurdistanê ra/re perwerde nebû rew$a mirov jî wusa dibe.
Ka binêrên nivîsarên din, yê birêz Nuretin çelik bo Ocalan çi gotîye. Îro jî gazî me dike, dibê xeta Ocalan biparêzin..hwd. Ma cenabê te bi me yarîyan/henekan dike, an rastî jî tu wusa hizir dikî.!
Ka ez dirij nekim.
Nirxên/pîvanên Kurdewarîyê ew in;
1-Parastina desthelatîya Kurdistanê
2-Bilindkirina Alaya Kurdistanê
3-Pejirandina Nex$eya Kurdistanê
Qedîya.!
Kak Nûrî wele ez wan di derheqa zimên de ciddî û dilsoz nabînim dîtin bi tu awayî nikarin pi?tgirîya Kurda qezençkin dev avêtin vê merselê …
ez ji tevli lotikxane dibim her cawa be ew ji kurdin
Kek Nurî,
Dîtinên te rast in. Ew kesên ku dibêjin bila PKK bêqeyd û ?ert çekan berde, ew rûn li nanê dewleta dagirker dikin. Yên ku duvikiya AKP-ê dikin, divê bizanibin ku di mesela pirsa netewa kurd de ferqa partiyên tune, hemû jî eynê ne.
Demokratîk Ozerklik û federasyona ku yên din diparêzin ji blî nav, wek naverok heman ti?t in. Ji blî PKK-ê yên din nizanin siyasetê bikin.
Ew dibêjin qey duvikiya AKP û di rojnamên Fethulahiyan de nivîs nivîsîn siyasete.
Kesên ku dijayetiya PKK ê dikin sedî yek jî dijayetiya dewletê nakin. Li nivîsên wan binêrin, hemû jî li dijê PKK-ê ye û li dijê dewletê ti?tek tune.
Kek Nurî ez bi dîtinên te re me. Te ba? û xwe? nirxandiye.
Silav û serketin.
Lokman Amed
Nivîsekî çeqilmastî ye lo/lê!
Heta nîviya nivîsê wek mislimanan partiyê ya heq nî?an didan.
Pi?t re jî dest bi rexneyê li wan kirin lê bi hizra ku dîsa gelê me wek kelamîstan girêdayê yek partiyê bikin.
Bi rastî jî nivîsakî çeqilmastî ye ha.
Qala nebûna alternatîfekî dike lê nabêje partîya ku didê pê?iya kurdan ev ’33‘ sal e çiqas dijberî û dijmintiya partiyên din ê bakurê kirine(em ê nekevin di nav mijara kiryarên dij partiyên be?ên din ê welatê me û hew).
Di dema newroz vê salî de ma erê?ê nebirin li ser pîrozbahiya partiyên din li bakur. Beriya ?ahiyan zextê li ser ?aredariyek a akp nekiribû ku destûra pîrozkirinê nbedin hin derdorên derveyê xwe. Hêza wan wek ya kemalîstan ji zextê tê camêrno, ne ji demokratbûnê û çakbûnê.
Mîlyonan ciwan nêzî wan bûn lê bi ecizbûneke kambax û mafdar ji wan dûr ketin. Ev rastiyek e pir girîng e.
Herwiha ew ji berê ve ye ku bi helwesteke bêdengkirina kurdan de ne û hew.
Û her tim jî wê rist û rola xwe dilîzin. Wek kelamîstan dikin û dibêjin, em in xwediyê vî gelî û ji bilî me jî tu kesek nikarê ji bo kurdan ti?tekî bike li bakur( û derfetê wan hebe be?ên din de jî ev bi xurttir bikin, mixabin)
Ev sed sal zêdetir e ku hêz û ramanên Kurdewarî hê pirtir û zêdetir bûye lê partiya ku xwe niha ya herî mezin dibîne vê hêza gelê me dirizîne û pê?ke?ê tc-yê dike birêzno….
Hizrê wan de tu car hevkariya di nav partiyên kurdan de hata niha çênebûye û tune ye jî. Diponijim, di be ku bi vî kesayetiya wan re jî qet nebe.
Ger wisa bime?e dibe ku wê salên pê? de ji xortên me re bibêjin ‚ji bo tirkiyeyek xurt li rojhilata navîn de li dij abd, ereb û farisan divê, bo wê jî herin le?keriya tirkan‘ û nizanim çi….
Bi hêviya em ê rojên bi kariyarên dij kurda nebînin, lê Kurdistanî bûna rasteqîne bibînin
Digel silavên Kurdistanî