Belê kaka, HAK-PAR ê kongreya xwe ya 4 an li dar xist û lotikek qerase avêt der û dorê.
Di kongreyê de her çiqas ez wek “Sîxurê Lotikxanê 007” nehatibûm dawetkirin jî, lê ez di ?ibake û pencerê re ketim salonê, min xwe li pi?t perda sehnê ve?art û dest bi nivîsandina “Lotikên HAK-PAR ê” kir.
450 delege û ?andeyên HAK-PAR ê be?darî kongreyê bûn. Bi ?e? telaqên jinberdanê xilafî tê de tune ha, min yeko yeko bi tiliya ?ehadetê hejmartin. Û hetta tev min dibûn 451 jî. HAK-PAR ê bi lotika “Zimanê dayikê mafekî rewa ye” dest bi govendê kir û dê weledê xwe avêt.
Di lotika HAK-PAR ê de qeraseyên mîna Alîkarê Serokê AKP Salîh Kapusuz, Parlamenterên Amedê Îhsan Arslan û Abdurrahman Kurt jî be?dar bûn. Lê lotika herî xwe? çi bû hûn zanin kaka?
Di kongreyê de li ?ûna mar?a Tirkan mar?a Kurdî “Ey Reqîb” hat xwendin û parlamenterên AKP jî rabûn ser pêyan û rêz li Ey reqîp girtin.
Hûn dibînin bê HAK-PAR çi tirran ji dewletê berdide ne? Parlamenterên dewletê li ber “Ey Reqîb” wek “sing” radike ser pêyan. Ma ka ji vê xwe?tir babam?
Axir, pi?tî xwendina mar?a netewî “Ey Reqîb” wê dadwer û sawcîyên dewletê çi tofanê bînin serê HAK-PAR ê nizanim, lê HAK-PAR ê ya dilê xwe û dilê me kir, berî dewletê qûça xwe rakir. Aferîn qurban!
Ez serê we neê?înim, di kongreyê de Bayram Bozyel dîsa wek serok û lotikvanê nimro 1 yê HAK-PAR ê hat hilbijartin û ling avêt ser ling.
Ez bi navê temamê sîxurên Lotikxanê yên li Enqere û gund û bajarên wê, vê lotika HAK-PAR ê pîroz dikim û serketinê jê re dixwazim qarda?im..
Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Na?ikê û danayê ala Kurdan….
Enqere
Ma ez çi bibêjim.! Divê hindik rew$enbîrên „Kurd“ jî, Kurdewarîyê hîn bibin û Kurdewaran biparêzin, ne ergenenekonan.!
Mala HAK-PARê ava. Erê erê, mala Sîxur 007 jî.! Ma dema ku Sîxur 007 nebûna em ê ku hay jê bibûna ku;
„Parlamenterên dewletê li ber “Ey Reqîb” wek “sing” radike ser pêyan.“.!
Wey ew kesên dibên ‚ji Kurda re dewlet hewce nîne‘ hêlikên we dalêsin. Bi sirûda netewî EY REQÎB destpêkeke pîroz e û yekem e. Bijî Kurd û Kurdistan
Sîxur 007 dest û dil sax be
Ji bona van Lotikên Kurdewarî Ez Hak-Par ê pîrozdikim u dixebatêwanî pêserojê serkeftin hêvîdikim
biji HAK-PAR go ev lotika kurd perweri avet.
sihata sixure lotikxane xas go em ahgadarkirin
hatani ez sixure ma bibinim eze qawaka $uxule eraba jera cekim
go bi sav u roj bikave nava hawldane u ji mara ti$te pewist
binivisa biji kurd u kurdistan biji
Hey bila xwedê di bihushta qedîm da 1001 huriyan bike hembêza we qerdashim. Law ma ji vê xweshtir u bashtir chi dikare tirkên kunde u bê namus hi? Hey bila xwedê teala we bi hev ra bike wek boxê nav garanê u berde nav bajarên tirkên dolheram. Welle ez ji chavên we hemuyan yek bi yek pach dikim dînime îmanime lo.
Ez HAK-PAR e Pirozdikim. Gerek hem û Kurden welat Parez Pi?tgiriye bidin HAK-PAR ê
Bijî KURD Û KURDÎSTAN