Parêzer û pê?ewayên zimanê Kurdî jinên Kurd in. Û sersebeb û sedemê asîmîlasyona zimanê Kurd jî dîsa jinên Kurd in. Zimanê Kurdî bi xêra jinên Kurd heta bi îro hatiye. Heger dewleta Tirk heta îro nikarîbû Kurdan asîmîle bike, sedema herî mezin ew bû ku jinên Kurd bi Kurdî diaxivîn, zarokên xwe bi Kurdî mezin dikirin, li ziman û toreyên xwe xwedî derdiketin. Û mixabin îro heman jinên Kurd sedema herî mezin a pi?avtin û asîmîlekirina zarokên xwe, zarokên Kurda ne.
Em xwe nexapînin keko. Erê dewleta Tirk bi hemi giranîya xwe hewl dide ku Kurdan û zarokên wan asîmîle bike, ev rast e. Lê divê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd ?ûjina di çavê xwe de jî bibînin û pi?tre gazindan ji dewletê bikin. Ez behsa mêrên Kurd nakim. Behs nakim ji ber mamosteya malê, kebanî û mezna malê jin e. Mêr li derve ye. Zarok bi zimanê dê mezin û perwerde dibin. Ji ber vê ye ku dibêjim jin hem parêzera zimanê Kurdî û hem jî sedema asîmîlasyona zarokên malê ye.
Dewlet çiqasî zorê bike bela bike, di malê de çiqas televizyon û kanalên Tirkî hebin bela hebin, zarok li dibistanê û derve çiqasî Tirkî diaxivin bela biaxivin, heta ku kebanîya malê, ango dêya zarokan bi wan re bi Kurdî biaxive, ew zarok zimanê xwe ji bîr nakin û bixwazin nexwazin zimanê Kurdî di hi?ê wan de dimeyê û qalib digre. Lê ku dêya zarokan bi wan re dest bi ?ildim bildima Tirkî kir, aha wî çaxî malkambaxî dest pê dike û derî ji asîmîlasyonê re vedibin. Û go derî jî vebûn ji xwe girtina wan derîyan êdî zehmet dibe.
Werhasilî kelam, mesela me li ser Meclîsa jinên BDP û konferansa wan bû.
Li ser bextê fitne û fesadên ser tenûran be, li gora ku li ser tenûrên Êlihê tê gotin, dibêjin Meclîsa Jinên BDP konferansa xwe li dar xistine û çend lotikên bi xêr û bêr avêtine. Lotika herî bi xêr di derbarê zimanê Kurdî de avêtine û birastî jî vê lotika wan pir kêfa min anî.
Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, dibêjin jinên me di derbarê zimanê Kurdî de gotine: “Di vê çarçovê de em paraztina Kurdî ya hevalên me yên ku di bin navê KCKê de tên darizandin silav dikin. Emê jî di hemi qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivin. Em ê têko?îna ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê jî bilind bikin.“
Hûn dibînin bê çi lotikek xwe? e ne?
Ê helbet heger rast be û vê biryara xwe têxin jiyanê, wê xêrek bi sed xêrî li paraztin û pê?debirina zimanê Kurdî bikin. Lê ku ew jî wek gellek partîyên me yên siyasî „gotinên êvara têxin qulên dîwara“ û li biryarên xwe xwedî dernekevin, wê pelûla asîmîlasyonê zêdetir bi serê Kurdan de birje û yeka me nabe dudu.
De xwedê aqûbeta me Kurdan xêr bike rebbî…
Stenbol
Belê Rojda Xanim ku kebanîya malê jî dev ji Kurdîyê berde wey li halê me. Bi qebra hecî emê bibin wek dîkê di kozîka qaza da mezinbûyî.:) Sipas ji bo xwe? hûnandina te, dest sax be.
Weylooo, yaw, yaw Rojda, cîgerim, yaw de here di cîvîna hevalleran da mista xwe li ser masê bixe u bêje: „Namus ne bedenê jinê ye cîgerlerim, namus zimanê kurdî yê di serê jinê da ye dînime îmanime, wîîî!“
Bi soz, tu vê bike, ez ê char jinên xwe jî bidim te u wesselam. Tu digirî u dibey malê, tu bi wan dizewîcî yan jî bertîl didî, bi serê mêrê chê, aha tu u kêfa te kezebim.
Rastî lotikên jinan ji ên mêran çêtir in, dê cigerlerîm jin’oo qad qada we ye dê bijî ji we re..
mêrên dervayî mal dibin demoqret, li mal dibin dîk re rêberîye bikin, we maç dikim wekî sofî xelef..