Bezvanê Hollandî Henrî Dahlem, ji bo azadîya serokê Kurdên sererd û binerd A.Ocalan 825 kîlometre beziya û têra xwe da lotikan. Dahlem ê ku 39 salî ye, ji bajarê Arnhemê bi navê “Maratona Ocalan” dest bi beza xwe kir û xwe gihand gellek bajarên Ewrûpî, 825 kîlometre beziya.
Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Arnhemê be, hinek dibêjin “Dahlen ê me karekî ba? dike. Hem spora xwe dike, hem bedena xwe bihêz dike û hem jî bi saya serê Ocalan navekî bi dû xwe dixe” û dikin qal û qult.
Ê helbet kêfa hevallerên me jî pir ji lotika Henrî Dahlem re tê ha, xwedê heye. Ma go hinek rabin ji bo serokê Kurdên sererd û binerd bibezin, kêfa kê nayê babam, wey!
Axir, bela hevallerên me li malên xwe rûnên û bela rebenê Henrî Dahlem jî ji bo azadîya Ocalan bibeze, di nava xwêdanê de bimîne û tirr tê de bibin fis. Ma law ev bû?
Ê hûn jî alîkarîya rebenê Henrî bikin qarda?im, ma destê bi tenê deng jê tê heval!
Hollanda
sayin Dahlen kuro law wele ev 40 sale Kurd berî te li pey baz didin tu ti?tek fêm nekirin de beza te li ser rêxa çêleka be 😀
sayin kurdewar ev nawe teji pir tist je tene derxistin te gotiye ev 40 sale kurd li peyi bezindidin le tistek fehm nekirine raste te fehmnekiriye diyare ev zmane hün bi kartinin ji ewkasi ne komike seroke kurde sererd anji binerd ev ciye heger hün dixwazin tiste komik bi karbinen bi hezaran tiste din hene. liser rixistina u bartiye kurda vi kari bi karneynin
BIRÊZ OCALAN YANJI SAYIN OCALAN
Ma Gelî Hevalan (û serê xwe bihêrs dihejênim):
Ma Serokê Sererd û Binerd bikêrî xwe naye ku lazime hazar însan parastina wî bike? Ma hûn nabînin cawa 20 million kurd dibê û têne? Weke deydîka zarokan.
Bi talaqê jinberdane we wî picûk kir û kirine netistek. Sayin sererd û Binerd bi aqile hevalno, wê acîz bê haaaaa.
Biji serokê kurdistane.
Gelekî sipas, birêz Henrî Dahlem.
Silav û hirmet